Li Amerîkayê bi hezaran xwepêşandêr ketin kolanan

Li Amerîkayê bi hezaran xwepêşandêr ketin kolanan

Ji ber ku li bajarê Minnesota Amerîkayê kesekî reş ji teref polîsan ve hat xendiqandin bi hezaran kes daketin kolanan û bi polîsan re şer kirin.

Duh li Amerîkayê polîsan xwestin kesekî reş binçav bikin, di dema binçav kirinê de destên kesê reş hat kelepçekurin û li erdê hat dirêjkirin, lê belê ji ber ku polêsekê çokê xwe danî li ser stûyê kesê reş piştî pênc deqîqeyan bêhina wî çikîya û mir.

Dîmenên xendiqandina vî kesê reş di sosyal medyaya Amerîkayê de bi berfirehî hatin belavkirin û bi dîtna van dîmenan bertekên tund ji aliyê gelê Amerîkayê ve hatin nîşandan.

Ji ber vê yekê li bajêr bi hezaran kes daketin kolanan û kuştina kesê reşik pirotesto kirin û bi polîsan re pev çûn.

Hat ragihandin derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 4 polîsên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn ji wezîfê hatin dûrxistin.

Serokê şaredarîya Minnesota “Cîkob Firî” derbarê kuştina kesê reş de daxuyaniyek da  û ji Amerîkayî yên ku bi eslê xwe Afrîkayî ne lêborîn xwest û got “divê cezaya reşikbûna li Amerîkayê mirin nebe”.

Navbûrî ragihand: “nabe reşik bûn li Amerîkayê bê wateya hukmê mirinê”, Firî her weha ragihand ku polîsan bo dema pênc deqeyan çokê xwe li ser stoyê “Floyd- kesê reşik ku hatiye kuştin” danaye, herçend ku Floyd daxwaza alîkariyê ji polîsan kiriye lê belê polîsan tu alîkariyek nekiriye, serokê şaredariya Minnesota herweha ragihand: “dema ku to haydarî daxwaza alîkariyê dibî, pêwîst dike alîkariyê bikî, ev polîs di ezmûna sade ya hestên însanî de serneket”.

Di sosyal medyayê de dîmenên ku ji aliyê Amerîkayê li wê derê amade hatbûn wênekirin bi awayek herî berifireh hatin parvekirin û bi zelalî têde diyar dibe ku xelk ji polîsan re dixwazin rê bi Floyd “kesê reş” bidin ku bêhina xwe helkêşe lê belê bi tu awa rê pê nehat dayîn û piştî pênc deqîqeyan ku xwîn ji difna Floyd dihat bêhina wî çikîya û mir.

Pustên heman beş