Li ser rêya leşkerên Tirkiyê li Idlibê teqîn çêbû

Li ser rêya leşkerên Tirkiyê li Idlibê teqîn çêbû

Li parêzgeha Idlibê ya li Bakurê Rojavayê Sûriyê li ser rêya karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê teqînek çêbû û li gor agahiyan, hejmarek leşkerên Tirkiyê brîndar bûne, ku tê gotin birîna hinekan dijware.

Li gor agahiyên ji herêmê bi dest pêgeha Darka Mazî ketî, teqîn li ser rêya m4a navdewletî û di dema derbasbûna karwaneke hêzên Tirkiyê de çêbûye û di encama teqînê de hejmarek leşkerên Tirkiyê brîndar bûne, ku birîna hinekan girane.

Tê zanîn ku îro roja çarşemî dewleta dagîrkar a Tirkiyê careke din 25 erebeyên eskerî yên zirxî sewqî Idlibê kirin.

Tirkiyê heta niha gelek caran bi sedan maşîneyên zirxîyên eskerî sewqî herêma Idlibê kirine. Navenda çavdêriya mafên mirovan a sûryê (Sohir) pêş niha ragihandibû ku karwanekî eskerî yên Tirkiyê ku ji 25 erebeyan pêk dihat, bi rêya deriyê Kefer Losînê li ser sînorê bi lîwa Îskenderon, derbasî dilbê bû û berê xwe da noqteya çavdêryêya tirkyeyê a li baregeha El-Mestûmaya nêzî bajarê Idlibê.  Bi vê yekê re ji 5ê Adarê heta niha 3 hezar û 460 maşîneyên eskerî yên zirxî derbasî axa Sûriyeyê bûne.

Heta niha tu aliyekê berpirsatiya armanc kirin û teqandina bombeyan li ser rêya karwanê hêzên artêşa Tirkiyê bi stoyê xwe ve negirtiye û nayê zanîn kê ev karê pêk aniye, û hejmara kuştî û birîndarên Tirkiyê çendin, bi tenê ev nebe ku birînên hinek ji wan pirr giran û dijwarin.

Pustên heman beş