Du teqîn li Mûslê çêbûn

Du teqîn li Mûslê çêbûn

Ji encama teqîna du bombên çandî li başûrê bajarê Mûslê, hejmareke polîsên federal hatin kuştin û birîndar kirin.

Wezareta navxwe ya Îraqê îro eşkere kir, ji encama teqînên şeva derbasbûyî yên li başûrê Mûslê, 3 polîsên federal ku di erk de bûn, hatin kuştin herweha 3 polîs brîndar ketine.

Dest nîşan kir, teqîn bi rêya bombên çandî hatine encam dayîn, heya niha çi aliyekî berpirsyariya wan nexistîye pal xwe.

Li meha Kanûna yekema sala 2017an, bajarê Mûslê bi tevahî ji dest çeteyên DAIŞ ê hatbû rizgar kirin, piştî ku hêzên Îraqî û hêzên pêşmergeyên Başûrê welat êrîşa ser wî bajar dest pê kirîn.

Her çend ku DAIŞ weke rêxistin û hêza leşkirî bi dawî bûye, lê belê ji destpêka îsal ve, şaneyên veşartî yên terorîstên wê, êrîşan li dijî hêzên Îraqî û hêzên pêşmerge li xeta temasê encam diden.

Pustên heman beş