Parlamentereke dêrîn bi kovîd-19ê mir

Parlamentereke dêrîn bi kovîd-19ê mir

Parlamentereke dêrîn ê Firansayê îro canî xwe ji dest da, paş ku li vê dawyê bi vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19)ê nexweş ketî.

Kilod Gosgan, Parlamentereke Firansayê li ser lîsta partîya komarî, îro di temena 75 saliyê de bi sedema vîrosa (kovîd-19)ê canê xwe ji dest da, Kilod Gosman di beşa çavdêriya çirr de li yek ji nexweşxaneyên Parîsê mirîye.

Li gor rojnameya Barîmaç ya Firansayê, Kilod Gosman, pêtrî 2 hefteyan bû bi (kovîd-19)ê nexweş ketî, lê belê her zû rewşa wî pêwîstî bi yekeya çavdêrîya çirr kirbû.

Kilod Gosman, li sala 1997an weke parlamenter hatbû hilbijartin û ji wê demê berdewam hatbû hilbijartin bo heman postê.

Ji dema gihiştina vîrusa (kovîd-19) bo Firansayê, hejmareke parlamenter û wezîrên vê dewletê pê ketbûn, lê belê rewşa wan pêwîstî bi çavdêrîya çirr nedkir, berevajî rewşa Kilod Gosman.

Li Firansayê ji destpêka (kovîd-19)ê, 28596 kesan canê xwe ji dest dane, 145746 kes heya niha pê ketine.

Pustên heman beş