Li Amedê polîsan xwest kesekî bidin sekinandin lê wî kesî guh neda hişyariya û gule berdan polîsan. di vê bûyerê de polîsek Tirk hat kuştin.
Li taxa 5 Nîsanê ya Bağlarê kesekî guh neda hişyariyên polîsan û gule berdan ser polîsan.
Polîsek Tirk di vê bûyerê de bi giranî birîndar bû, û ew polîs rakirin nexweşxaneyê lê tevî mudaxeleyên pizîşkî wî polîsî li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.
Tîmên Hereketa Taybet ên bajarê Amedê çûn cihê bûyerê û ji bo girtina kesê polîs kuştî operasyon dan destpêkirin.
Firokeya polîsan jî ji asîmanê Amedê ve destekê dide operasyonê.