Tevgera Talîbanê eşkere kir, rêberê wan Mela Hîbetulla Xawend Zade, tûşî vîrosa (kovîd-19)ê hatîye, lê pêgeha Foreign Policy eşkere kirîye, ew bi vîrosê mirîye.
Li gor raporeka pêgeha kovara Foreign Policy, berpirsiyarê leşkirî yê tevgera Talîbanê, Mewlewî Mihemed Elî Can Ehmed gotîye: Rêberê tevgerê Mela Hîbetulla Axawend Zade û hejmareke din ya serkirdeyên Talîbanê bi vîrosa (kovîd-19)ê ketine.
Her çend ku Melewî Elî can ji bo Foreign Policy eşkere kirîye ku rêberê Talîbanê Mela Hîbetulla niha tê tedawî kirin, lê belê hinek çavkaniyên din yên tevgerê ji bajarî Kuyta yê Pakistanî ji bo heman pêgehê gotine ku rêberê Talîbanê bi sedema (kovîd-19)ê canê xwe ji dest daye.
Mewlewî dibêje: Hîbetulla Zade ji bo tedawiyê bo nexweşxanê hatibû veguhastin, ret nekir jî ku ew li Pakistanê çareseriyê werdigre.
Her li vê derbarê de, hikûmeta Efxanistanê eşkere kir ku hejmareke zêde ya berpirsiyarên Talîbanê ji wan yên ofîsa Dewhe ya paytexta Qeterê û heya berpirsiyarên ku tevlê gotubêjên li gel Amerîkayê da bûn, bi kovîd ê ketine.