Li derdora bajarê Dêrkê li Rojavayê Kurdistanê hêzên Amerîka rê li ber hêzên Rûsya girtin dema ku dixwastin derbazî navenda bajarî bibin.
Îro roja çarşemî 3/6/2020an 18 erebeyên zirxî yên Rûsya xwest ji aliyê deriyê Bakurê Dêrkê derbasî navenda bajar bibin, lê belê hêzên Amerîkayê li navçeya Rimêlanê rê li hîza Rûsî girt û rê pê neda derbasî navenda bajar bibin.
Eve çend rojin hêzên Rûsya yê hewl didin ku baregehekê li gundê Qesr Dîb li Bakurê Dêrkê ava bikin, lê xelkên deverê rêgirîyê li wan dikin û nahêlin ku xwe li gund bicî bikin.
Herweha hêzên Amerîka jî dibêjin ku devera neftê dê di bin parastina hêzên Amerîkayê de be û nabe Rûsya yê derbazî deverê bibe.
Hêzên Rûsya jî piştî êrîşa ser serê kanîyê dixwazin ku xwe bixînin bajarên sînorî û li nav cihên neft û gazê baregehên xwe ava bikin.