Balyozxaneya Rûsyayê a li Sûriyê li ser hesaba xwe ya twitterê de daxuyaniyek weşand û têde weha gotin: “artêşa Erebî a Sûryayê di çarçoveya şirîkatî ya kara teknîkî û eskerî ya nav welatên me da koma duyemîn a balafirên şerên mîg-29ê yên pêşketî ji Rûsyayê wergirtin”.
Ajansa Sana ku ajanseke nûçeyan a fermî ye û ser bi rejîma Beşar Esed e, di nûçeyeke xwe ya 30î Gulanê weşandibû û spartibû çavkaniyeke eskerî da raghandibû ku artêşa rejmê ji federasyona Rûsyayê balafirên şerên Mîg-29ê yên pêşketî kirîne û ew balafir jî ji serê vê mehê pê va wê li asîmanê Sûryayê dest bi firê bikin.