Skip to content
Soran hat teror kirin
Cînayeteke din a PKK ê li Rojhilata Kurdistanê
Soran dest girêdayî bû, û di rewşeke pirr xerab de bû, dest û lingên wî hatbûn şikandin, ew bi 6 gulleyan hat kuştin û cesedê wî avêtin çolê
Partîya Karkerên Kurdistanê, ger çi heya niha nikariye hengaveke xêrê di rêya bizava rizgarîxwazî ya kurdî de bihavêje û bi rastî jî qet bawerî bi bizavek bi vî awayî nebûye, lê belê ji bo ku paşnavê Kurdistanî bûna xwe di cînayet, kuştin û malwêranîyê de biselmîne, çi parçeyên Kurdistanê bê beş nekirîne, dawî car li navçeya Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî kurd bi hovanetirîn awa kuştiye.
Evê cînayeta PKK ê karvedanên pirr mezn li cem neteweya kurd li Rojhilata welat li pey xwe anîn, herçend ku gel ji têkilîyên sitratîcî yên PKK /PJAK li gel spayê terorîstî yê bi navê pasdaran û saziya îtîlaata Îranê piştrastin, lê di torên civakî de, hawarên wan bikind bûne û bi eşkere bas li wê zulmê dikin ya ku PKK ê bi alîkariya rejîma tehranê bi serê gelê kurd anî.
Guneha Soran tenê ew bû ku razî nebû bacê bide PKK/PJAK ê dema wan daxwaza pereyan ji Soran kiribû, Soran bi wan gotbû ku min pere nîne û dahatê min bi zehmet beşa debara jiyana min û malbata min dike, ez nikarim bacê bidim
Di dawî cînayeta PKK ê de, li şeva duşemî ya rabûrî 2/6/2020an, bi pîlaneke qirêj û tirsinok, ciwanekî gundê “Ruwar” yê navçeya Hewramanê ya girêdayî bajarê Merîwan li Rojhilata Kurdistanê, bi navê “Soran Exter Semer”, ji bo sînorê gund tê gazî kirin û tê kuştin, dema ku cesedê wî tê dîtin, eşkere bû ku destên wî hatbûn girêdan û lingên wî hatbûn şikandin û 6 gulle li cesedê wî dabûn, cesedê wî li derdûra gund hatbû avêtin.
Guneha Soran tenê ew bû ku PKK/PJAK ê daxwaza bacê jê kirbû û Soran jî bi wan re gotbû ku min pere nîne û dahatê min bi zehmet beşa debara jiyana min û malbata min dike
SORAN EXTER SEMER BI TU AWA HAT KUŞTIN?
Dilşad ‘Înayetî yek ji rûniştvanên navçeya Merîwanê ye, paş çend rojan ji te’qîba awayê kuştina Soran, wî li pêgeha xwe ya Facebook ê raporek weşandîye û têde horgilîyên bûyerê şîrove kirine, ev rapor ji aliyê rêjeyeke herî zor ya çalakvanên civaka sivîl û gelê navçeya Hewramanê hatîye pişt rast kirin.
Dilşad ‘Înayetî nivîsandîye: “li şeva Duşem ser Sêşemî ya rabûrî 2/6/2020an li demjimêr 12 şev, li Hewramanê û bi taybet li kîstanên Kosalan li nêzî Ruwarê, ciwanekî kurd bi navê Soran Exter Semer bi dest çeteyên PJAK ê bi awayekê hov û bê wîjdanane hatîye kuştin”.
Dilşad di dirêjî yê de bi vî awa bas li bûyerê dike: “wiha diyare ku aliyên biratîya gelan PJAK ê, hevalrêyekê Soran bi navê Ramîn ku şivan bû û li ber pezî bû, weke dîl girtibû û çek li ser serê wî danîye û jêre gotiye zû peywendiyê bi Soran bike û jêre bibêje xwarna taştê ji te re bîne, Soran jî weke wefadarî, li gel hevalekê xwe yê din suwarî erebeyê dibin û ber bi navçeya Jonî bi rê dikevin ji bo ku xwarnê ji bo Ramîn bibin”.
“bi gotna hevalê Soran ku di gel de bû, bera erebeya wan bigihîje navçeya Jonî, PJAK ê di rê de ew ragirtin, ji erebeyê derxistin, telefonên wan jê standin û bi hevalê Soran re gotin ku tu li vir bimîne, karekî me bi Soran heye û niha ewê vegere cem te”.
6 GULLE LI SORAN DAN
Dilşad ‘Înayetî herweha dibêje: paş derbasbûna çend sa’etan ji birina Soran, bi her awayî ew rêya xwe ji bo navçeya Jonî dewam dike, ji bo ku daxwaza alîkariyê û di Hawar çûna Soranî ji gelê navçeyê bike daku ji dest çeteyên PJAK ê rizgar bikin.
Lê belê ciyê daxê ye, wexta ku xelk tê ciyê bûyerê, dibînin ku Soran dest girêdayî û di rewşeke pir xerab daye, lingên wî hatine şikandin û şûna 6 gulleya li ser cesedê wî hene, piştre xelkê cesedê Soran birin Merîwanê jibo pizîşkê Dad.
Piraniya gelê Rojhilatê welat bi taybet xelkê navçeya Merîwanê, ne cara yekemîne ku cînayetên bi vî awayî yên PKK/PJAK ê bi çavên serê xwe mêze dikin, ew dibêjin: nabe partîyek bi navê xebat kirinê ji bo azadiya Kurdistanê, cînayetên bi vî awayî bike.
ÇEKDARÊN PJAK Ê MIJÛLÎ ÇETEGERÎYÊ NE
Gelê navçeyê zanyarî û rapora Dilşad ‘Înayetî ser rast kirin dema nivîsandî: ji encama teqîb û lekolînê eşkere bû ku Soran ciwanekî kasib ji malbatek hejar bû, têkilya wî bi alîyekî ve tune bû, tu kes jî azar nedabû, wî bi belemê “kayîk”ê li ser rûbarê Sîrwan bo bendava Dariyan kesabeta xwe dikir û kelupelên xelkê navçeyê vediguhastin.
Çekdarên PJAK ê weke karê xwe yê her car, li navçeyên Rojhilata Kurdistanê, bi taybet li Merîwan û Hewramanê, mijûlî çetegeriyê û desteser kirina bi zor ya kasibkarên navçeyê ne, pereyan ji bo xebata biratîya gelan kom dikin, wiha diyare wan çend caran daxwaza pereyan ji Soran kirbû û Soran bi wan gotbû ku min pere nîne û ez kesek kasibim û kesabeta wî beşa debara jiyana malbata wî nake, lê belê ciyê daxê ye ku van bê wîjdana ne keramet û ne mirovatî di naxê wan de nîne, li ser vê berisva Soran, gefan lê dikin û pîlana kuştinê ji bo danan.
Dilşad di beşeke din ya raporê de dibêje: “ez bi xwe şahidê rast yê van kiriyarên qirêj yên PJAK ê me, min belge û şahid hene ku gelek caran PEJAK ê gef li min jî kirîne, li navçeya Şamiyan wan daxwaza pereyan ji min kir, wan gefa zirar gihandinê bi terşûkewalê min û kuştina min kiriye”.
Tiştê diyar eve ku tevahiya xelkê Merîwan û Hewraman û navçeya Şamiyan bi başî dizanin ku PJAK li navçeyê ye û dizanin kanê pêgeha wan jî li ku derê ye, tu kesê jî kar bi wan nîne, ew tenê mijûlî azardana gelin û bi navê xebata ji bo Kurdistanê, dehan caran zaroyên xelkê bi dîl girtine û heya ku pere nedan azad nedkirin.
Dilşad dibêje: heger derketina min hebe û bikarim li cîyekî bê alî û medyayek azad baxvim, dê şahidên xwe jî li gel xwe bibim, lê belê PKK/PJAK ê wiha li gel kirine ku ji tirsa kuştinê nikarin her tiştî bibêjin.
CIWAMÊR KOSALLAN: REJÎMA TEHRANÊ BE EŞKERE ALÎKARIYA PKK Ê DIKE
Ciwamêr Kosalan yek ji heval û xizmên Soran e û wî ji nêzîk nas dike, dibêje: “Soran ji aliyê çeteyên PJAK ê hat kuştin, sûnd bi mirovatiyê ku Soran tu têkilîyek bi rejîmê û tu alîyekî nebû, tenê mijûlî kesabata xwe bû, dema 10 salane PJAK/PKK bi eşkere li navçeya Hewramanê ye û rejîm alîkariya wan dike û ew jî xelkê navçeyê talan dikin”.
Kawe Muradî yeke ji çalakvanên civaka sivîl li navçeya Merîwanê, ew dengê xwe dixe pal dengê dilşad û hezaran kesên din yên navçeya Merîwanê û dibêje: “PJAK/PKK weke rêgir û çeteyan tev digerin, berya çend şevan rêya min girt û em pişkinîn kirin û wexta ku zanî tu pere û tiştek bi min re nîne, li min da û ez avêtim”.
PJAK Ê NEFESA GELÊ NAVÇEYA MERÎWAN Û HEWRAMAN TENG KIRÎYE
Kawe Muradî di dirêjahiya nivîsa xwe de dibêje: “daxwazê ji rêxistinên sivîl dikîn werin ser xet, PJAK ê nefesa gelê navçeyên Merîwan û Hewramanê teng kirîye, rehmê bi şivan û xudanên terş ûtewalî û yên gundên Şaho û Kosalan nabin, ew xwe hingvê hengevanan jî talan dikin”.
Kawe dibêje: li ser rêya Delemerzê li navçeya Jaweroyê li Merîwanê, çekdarên PJAK ê rê li kolberan digrin û pereyan ji wan distînin.
GELÊ HEWRAMANÊ JI BO PJAK Ê: ÊDÎ BESE, HEWRAMAN NE CIYÊ KESÊN MÎNA WE XAÎNÊN GEL Û NIŞTÎMANE
Dilşad ‘Înayetî û çalakvanên navçeya Merîwanê li dawîyê hinek pirsan arastey PJAK/PKK ê dikin:
Heya kengê divê gelê hejar û bê destihlat, baca bêfamî û navçegerîya we bide?
Ma qey hûn pêdaçûnekê di xwe de nakin? Ma qey ev ciwanê bi destê we hatî kuştin û ew kesên ku hûn pereyan bi zorê jê distînin, ne birayên hewe ne?
Gelo heya kengî hûnê gulleyên xwe li ciyê li sînga dujmin bidin wê li sînga ciwanên kurd yên belengaz bidin?
Ger hûn xwe bi şoreşger û xebatkar dizanin, çima hûn naçin ew kesên welat dagîrkirî siza bidin?
Rojane bi dehan û sedan xofiroş û rayedarên pile blind li ber sînga we re derbas dibin, lê hûn bi kar wê yekê jî nayên ku yek gulle jî tê berdin?
bes bikin êdî Hewraman ciyê we yên xaînên gel û niştîman nîne
Tê zanîn ku baregehên partîya karkerên Kurdistanê bi eşkere li navçeya Hewramanê ya Rojhilata Kurdistanê hatine danan û bi şev roj gerîlayên PKK ê û PJAK ê bi azadane hatuçû yê dikin û bacê ji gelê hejar distînin, domana agirê li hevhatina komara îslamîya Îranê û PKK ê diçe çavê gelê Kurdistanê û pir caran PKK ê zaroyên gelê navçeyê revandine, dema ev xelk jî qesta hikûmeta Îranê dikin ji bo ku skalayê li ser PKK ê tomar bikin, ji aliyê karbidestên Îranê tên bin çav kirin û bê rêz kirin.
PJAK/PKK WEKE ŞAXEKA SPAYÊ TERORÎSTÎ YÊ PASDARÊN ÎRANÊ TEV DIGERE
Bi kurtî, ya ku tê dîtin di selmîne ku PKK/PJAK, nek bi tenê dost belku weke şaxeke spayê pasdarên Îranê tev digere, evê yekê jî kurdên Rojhilat ji pêşeroja xwe dilgiran kirine, jiberku rojhilat jî li saya nerîna apocîtiyê û destewajeya pûç û bê esas û kole ya bi navê biratîya gelan û jibo ku bi derdê rojava neçe û zêdetir rastî stem û malwêranî û dagîrkariya hinek aliyan nebe, daxwaza derxistina PKK ê ji Rojhilata Kurdistanê dikin, rûniştvanên navçeya Hewramanê jî di nivîsên xwe da rû li PKK ê/PJAK ê kirine û ji bo wan pişt rast kirine ku: “Hewraman bi dirêjahiya dîroka xwe ya pir şanaz, pêgeha mêr û şêre jinên şorişgêrên rast bûye, ev av û xake êdê ciyê we nabe, pişt rast bin, gelê Hewramanê wê we siza bide”.