Li dinyayê hejmara kesên hat tesbîtkirin bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Çînê derketibû holê ketin gihîşte 6 milyon û 702 hezar û 835an.
Li gor malpera Worldometerê ya daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 393 hezar û 224 kes ji ber vîrusê mirin, 3 milyon û 252 hezar û 376 kes rind bûn.
Li dinyayê 3 milyon û 57 hezar û 235 kesên nexweş tên dermankirin.
REWŞ LI AMERÎKAYÊ GELEKÎ XIRAB E
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket milyonek û 924 hezar û 51î û ji ber vîrusê heta niha 110 hezar û 173 kes jî mirin.
WELATÊN KU JI 50 HEZARÎ ZÊDETIR WAQIE LÊ HENE
Di “Worldometer”ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
“Brezîlya (615 hezar û 870), Rûsya (441 hezar û 108), Îspanya (287 hezar û 740), Îngiltere (281 hezar û 661), Îtalya (234 hezar û 13), Hindistan (226 hezar û 770), Almanya (184 hezar û 923), Peru (183 hezar û 198), Tirkiye (167 hezar û 410), Îran (164 hezar û 270), Fransa (152 hezar û 444), Şîlî (118 hezar û 292), Meksîka (105 hezar û 680), Kanada (93 hezar û 726), Erebistana Siûdî (93 hezar û 157), Pakistan (89 hezar û 249), Çîn (83 hezar û 27), Qeter (63 hezar û 741), Belçika (58 hezar û 767) û Bangladeş (57 hezar û 563).”
LI VAN WELATAN HEJMARA KESÊN JI BER KOVÎD-19Ê MIRIN JÎ WIHA YE:
“Îngiltere 39 hezar û 904, Brezîlya 34 hezar û 39, Îtalya 33 hezar û 689,, Fransa 29 hezar û 65, Îspanya 27 hezar û 128, Meksîka 12 hezar û 545, Belçika 9 hezar û 548, Almanya 8 hezar û 736, Îran 8 hezar û 71, Kanada 7 hezar û 637, Hindistan 6 hezar û 363, Rûsya 5 hezar û 834, Peru 5 hezar û 31, Çîn 4 hezar û 634, Tirkiye 4 hezar û 630, Pakistan 1838, Şîlî 1356, Bangladeş 781, Erebistana Siûdî 611 û Qeter 45.”