Êrîşî pêgehên Îranê hat kirin

Êrîşî pêgehên Îranê hat kirin

Nerîngeha mafên mirovan a Sûriyê roja yekşemî 7/6/2020an ragihand, di êrîşa balefirên nenaskirî de li ser pêgehên leşkirî yên Îranê li bajarê Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê, herî kêm 12 milîsên Îraqî û Efxanî yên ser bi spayê Quds hatin kuştin.

Li gorî vê raporê pêgehên leşkirî yên hêzên Îranî li beşa rojhilatê Dêrezorê ku dikeve rojhilatê Sûriyê li şeva şemî li ser yekşemî, herî kêm 8 caran ji layê çendîn balefirên nenaskirî ve rastî êrîşê hatin û di van êrîşan de herî kêm 12 milîsên Îraqî û Efxanî yên ku li bin parastin û perwerda spayê pasdarên Quds ê Îranê hatbûn hinartin ji bo Sûriyê, canê xwe ji dest dan û hejmarek zêde ji alavên leşkirî yên Îranê li van pêgeha hatin îmhakirin.

Herçend ku heya niha nehatiye hîn bûn ku balefir ên kîjan dewletê ne, lê belê nerîngeha mafên mirovan a Sûriyê ji Franc press re ragihandiye ku bi îhtîmaleke zêde ev êrîş ji alîyê balefirên Îsraîlê ve hatîne encamdan.

Îsraîlê di dema mehên rabûrî de çendîn caran êrîşî ser pêgehên Îranê li Sûriyê kirine lê belê hindik caran perpirsatiya van êrîşan bi stuyê xwe ve girtiye, hevdem digel vê yekê çendîn caran rayedarên Îsraîlê hişdarî dane Îranê û ew haydar kirîne ku Îsraîl rê nade Îran li nêzî sînorên Îsraîlê pêgehên leşkirî ava bike.

Pustên heman beş