PKK’ê endamekî komîteya navendî ji dest da

PKK’ê endamekî komîteya navendî ji dest da

Balefirên ceng yên dewleta dagîrker ya Tirkiyê, endamekî komîteya navendîya PKK’ê armanc girt, PKK’ê ev yek ser rast kir û ragihand, wî canê xwe ji dest da ye.

Komîta brêvebir ya PKK’ê îro roja duşemî 8/6/2020an, bi daxuyanîyeke fermî ragihand ku fermandar û endamê komîteya navendî “Kasim Engîn” bi kod navê ” Îsmaîl Nazlikûl”, di êrîşeke hewayî de li navçeya Biradostî ya Herêma Başûrê Kurdistanê, canê xwe ji dest daye.

Her wiha dest nîşan kir, ev êrîş li 27 meha rabûrî pêkhatibû û têde Kasim Engîn canê xwe ji dest da ye.

Di daxuyanîya PKK’ê de wiha hatîye: “Milîtanê gelekî hêja, fermandar, rêveberê partîya me, endamê komîteya navendîya PKK’ê, hevrê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) li 27 gulanê di êrşa hewayî ya dewleta Tirka faşîst de, li qada Biradostê ya Herêmên Parastinê yên medyayê şehîd bûye”.

PKK’ê ev yek gotîye û pişt rast dike ku ewê li ser xeta rêber Apo têkoşînê bi ser bixin.

Qasim Engîn bi persiyarekê mezinê PKK’ê tê hesab kirin, ew li sala 1989an tevlî wê partiyê bûye, li Ewropayê, piştre li Libnanê li Dola Bîqa’ perwerde li ser destê Apo dîtîye, piştre li Başûrê û Rojava çalakiyên PKK’ê meşandine, hemwext ew di lîsta daxwazkiriyên dewleta Tirkiyê de bû.

Pêgeha Darka Mazî li 27 meha rabûrî, nûçeya êrîşa ku ev fermandarê PKK’ê têde hatîye hedef girtin, weşandibû, êrîş li çiyayê Asosê yê girêday devera Mawetê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê pêkhatibû ku ji bilî Qasim Engîn, 4 Gerîlayên din jî têde canê xwe ji dest da bû.

Pustên heman beş