Hikûmet dê bacê ji sînglan bistîne

Hikûmet dê bacê ji sînglan bistîne

Zelamek olî li Îranê pêşniyareke ecêb ji bo ciwanên welatê xwe dike, ew dibêje: “hûn bi kêfa xwene, bizewcin yan sîngil bimînin, lê belê wê bacê bidin hikûmetê”.

Li du rojên rabûrî Zelamek olî ê Îranî li Tehranê bi navê Mehemed Dirîsî, pêşniyar kir ku her kesê gihîşt temena 28 saliyê û nezewcî be, pêwîste pereyan weke bac bide hikûmetê, ev bac pêwîste 25% ya dahata wî ciwanî be.

Li gor radiyo Ferda ku weşana xwe ji welatê Çîkê dike, evê pêşniyaza Mehemed Dirîsî, karvedanên herî dijwar li nava gelê îranî li paş xwe anî ye.

Herwiha dest nîşan kir, Mehemed Dirîsî ev pêşniyar bi fermî ji bo encûmena şûraya Îranê şandiye ji bo ku nîqaş li ser bê kirin.

Seranên rejîma Îranê û li pêşiya wan Ayetullah Xameneyî, bi berdewamî handana ciwanên welatê xwe ji bo zewcînê dikin, lê belê bi sedema rewşa abûrîya xerab, zewcîna ciwanan li Îranê bi rêjeyeke berz paşde zivrîye.

Pustên heman beş