Cezayê bidarvekirinê jibo sîxurî Mossad ê

Cezayê bidarvekirinê jibo sîxurî Mossadê

Îranê îro eşkere kir, wan cezayê bi dar vekirinê ji bo wî kesî derkir ku pêzanîn li ser ciyê Qasim Suleymanî, fermandarê berê yê feyleqa Qudsê dayîne saziyên Mossad û CIA yê.

Berdefkê desthilata dadwerî ya Îranê, Xulam Hisên Îsma’îl, îro roja sêşemî 9/6/2020an di konferenseke medyayî de eşkere kir, li rojên rabûrî wan kesek bi navê Mehmûd Mosewî bin çav kirbû û eşkere bû ku wî sîxurî ji bo saziyên îstixbaratî Mossad a Îsraîlê û CIA ya Amerîkî kirîye.

Xulam Hisên dibêje: Mehmûd Mosewî li beranber pereyan, pêzanîn li derbara ciyê Qasim Suleymanî û feyleqa Qudsê dane Îsraîl û Amerîkayê.

Dest nîşan kir, desthilata dadwerî ya Îranê ji bo vê cînayetê, cezayê bi darve kirinê ji bo Mosewî der kirîye û li wexteka nêzîk ev ceza wê were cî bi cî kirin.

Li destpêka vê salê, Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya heşda Şe’bî, di êrîşeke hewayî ya emerîkayê de li nêzî balefirxaneya Bexdayê hatin hedef kirin, evê yekê kirîzeke herêmê çêkiribû.

Pustên heman beş