Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd bi navê “Hîdayet Ebdullapor” bidarve kir, Hîdayet li ser cînayeta alîkariya partîyeke Kurdistanî hatbû desteser kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojhilata Kurdistanê eşkere kirin, îro roja çarşemî 10/6/2020an, desthilata rejîma Îranê, malbata “Hîdayet Ebdullapor” zîndaniyê siyasî yê Kurd haydar kir ku xortê wan hatîye bidarve kirin.
Herweha eşkere kirin, malbata hîdaye îro serdana beşa cezayên sêdaredanê li zîndana Ormîyê kirine û li wir ew hatin haydar kirin ku xortê wan berya 20 rojan ev ceza xwarîye.
Hîdayet li sala 2016an bi cînayeta têkilîya bi partîyeke Kurdistanê di şerê gundê “Qereseqelê” yê girêdayî bajarê Şino ku li nêvbera pêşmergeyên rojhilat û spayê pasdaran de bû, hatbû desteser kirin û dadgeha wî li Ormîyê hatbû kirin.
Cezayê sêdaredanê li 16 Xizîrana sala 2016an ji bo Hîdayet û hejmareke hemwilatiyên din yên bajarê Şinor bi cînayeta alîkariya partîyeke kurdistanî derketbû û ev ceza li sala 2018an hat pejirandin.
Hîdayet bavê du zaroyan e, berya niha ew ji zîndana Ormîyê hatbû veguhastin lê belê nediyare kanê ceza li çi demekê hatîye bicî kirin.