Senatorê komarî xwaz, Mitt Romney ku pêş niha bi erê deng bi îzolasyon kirina Donald Trump dabû, ragihand ku careke din wê tramp di hilbijartinan de serkeve û bibe Serokê Amerîkayê.
Li gorey rapora pêgeha FOX NEWS Mitt Romney, Senatorê wîlayeta Yuta ragihandiye ku ew bi bawere partîya komarî xwaz dê seyteraya xwe li ser kongreya Amerîkayê biparêze û tramp di meha Mijdarê de wê careke din bibe Serok Komarê hilbijartî ê Amerîkayê.
Navbûrî bi rojnamevanan re ragihand: “ez bi îtmînan dibîjim, ku emê piraniya kongirê bi dest xwe bixîn. Min di demê berê de ev yek pêşbînî kirbû ku Donald Trump careke din wê were hilbijartin û niha jî ez her vê yekê dibêjim”.
Di dawî ra pirsî ya ku ji aliyê saziya Glop ve hatbû encamdan Donald Trump bi hevberkirin digel meha rabûrî 10٪ ji hejêkirina xwe li cem gelê Amerîkayê ji dest daye, di rapirsîyek din de ku kenalê CNN encam dabû Co Baydin bi 55٪ a dengan pêş Donald Trump ketbû. Tramp li ser vê îdîayê ragihand ku ew bawer nake.
Mitt Romney li sala 2012an de namzedê partîya komarî xwaz bû di hilbijartinên Serok Komartiya Amerîkayê de û li himber Barak Obama de rastî şikestinê hat.