Şîrketa Facebookê yek ji mezine endazyarên xwe ji wezîfê derxist, wî endazyarî “Mark Zokerbêrg” rexne kir bû, ji ber ku tu hengavek li dijî postên Donald Trumpî yên bi tund û tîj wernagire.
Birandon Dîl, endazyar li şîrketa Facebook ê îro roja şemî 13/6/2020an, eşkere kir ew bi fermana Mark Zokerbêrg yê xwediyê Facebook ê ji wezîfê hatîye derxistin, ji ber ku piştgirî ji bo siloganên Tevgera Jiyana Reşpîstan li Amerîkayê nîşan da ye, hem wext bêdengîya Zokerbêrg li ser postên hevdij yên Donald Trump rexne kirîne.
Birandon Dîl li hesaba xwe ya Twitter ê nivîsandîye: “Paş bûyerên Amerîkayê piştî kuştina Corc Fluydî jiyan kirîn, Facebook ê tu alîgirîyek nîşan neda, lê belê li heman demê bêdengî li himber postên Donald Trumpî yên bas li karên dizîn û talankirinê ji aliyê xwepêşanderan ve tên kirin, hilbijartîye”.
Tê zanîn heman postê Trumpî ku li tora Twitter ê jî hatibû weşandin, Twitter ê sansor kir bû û nîşana tund û tîjiyê li ber dana bû, lê belê li tora Facebook ê weke xwe maye û rê pê hatîye dayîn ku pêtirîn xelk bibîne, Birandon Dîl jî ev siyaseta Facebook ê rexne kir, lewma ji wezîfê hat derxistin.