Gelê Rojhilatê Kurdistanê li dijî PKK ê serhildan destpêkir
Malbata qurbaniyên destê PKK ê bi rêya vîdyo û gelê rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniya, karên qirêj ên PJAK ê pirotesto dikin.
Bertekên kesên bijarde û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê li ser kuştina ciwanên vê perçeya Kurdistanê ji aliyê “Partîya Karkerên Kurdistanê” PKK ê berdewam dikin û bi dehan çalakvanên siyasî, nivîser, rojnamevan û mamoste yên zanîngehê di daxuyaniyekê de hevdem digel pirotesto kirina kuştina xortê kurd “Soran Exter Semer” ji aliyê PJAK ê ve, daxwaz dikin ev yek bibe dawî kiryar ji wan kiriyarên terajedîk yên ku ji aliyê kurdan ve li dijî kurdan dihên encam dayîn. Hevdem Vîdyoya bavê Soran Exter Semer û dayka Saman Danîşwer ku zaroyên wan ji aliyê PJAK ê ve bi awayek hov û dûr ji mirovatiyê hatîne kuştin, ji aliyê kurdên Rojhilatê Kurdistanê di sosyal medyayê de bi awayek berifreh hatîne parve kirin û daxwaz dikin PKK li navçeyên wan dûr bibin û li wir nemînin.
Her wek pêş niha di ropela “Darka Mazî” de me raporek li ser parvekirî, xortek kasibkar û bê tawan ê navçeya Merîwan ê li Rojhilatê Kurdistanê, li ser vê yekê ku nedikarî bacê bide PKK ê, ji aliyê gerîlayên PJAK ê ve, baskê Rojhilatê ê PKK ê, bi sextekarî ji gund dûr dikin û bi awayek ne însanî û hov dikujin û cenazeyê wî paş xwe dihêlin.
Bertekên kurdên rojhilat li himber vî karê dije gel ê PJAK/PKK ê, hêjan berdewam dikin û gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî navçeyên Merîwan û Hewramanê, Partîya Karkerên Kurdistanê bi hevpeymana rejîma dagîrkar a Komara Îslamî ya Îranê dizanin û daxwaza derkirina wan li navçeyên xwe dikin.
Bi dehan çalakvanên siyasî, nivîser, rojnamevan û mamosteyên zanîngehê li Rojhilatê Kurdistanê, li bin navê “ne ji bo kuştina Kurdan bi destê kurdan, belê ji bo parastina kerameta kurdan”, bangewazek ji bo hev helwîstî û yek dengiya Kurdan li vê barê de parvekir, sererayê vê yekê ku ev karê hov û ne însanî ê kuştina “Soran Exter Semer” bi destê PJAK/PKK ê pirotesto kir, ev pirse ji vê rêxistnê kir: “li vir pirsyareke exlaqî û pir girîng serhildide, gelo însanê kurd ku bi şev û roj li jêr sitem û zulma bê dawî ya dewleta Îranê da ye, însanek ku edebiyat û ziman û çand û kiltûra wî di nava qefesekê de hatiye zîndan kirin, însanek ku av, xweza, saman û siruşt û hemû şûnwarên dîrokî û bîrdanka dîrokî lê hatye standin, însanek ku pêwîstî yên wî ên jiyan kirina sibe misoger nîne, mirovek ku xwedî tu saziyek fermî nîne û liser rûyê vê dinê bê dewlet û bê hêvî maye, hûn bi tu pîvereke însanî û exlaqî rê bi xwe didin dengê wî tune bikin, wî bitirsînin, kerameta wî bişkênin û li dawyê jiyana wî jê bistînin?”
Di beşeke din a vê bangewaziyê de hatiye :”sererayî pirotesto kirina vî karê hov, em daxwaz dikîn kuştina Soran Exter Semer bikîn werçerxaneke dîrokî û awayekî nû ê têgihîştin ji exlaq û civaka….” di beşeke din a bangewazê de hatiye gelê Rojhilat li himber dubare kirina karek bi vî awa bêdeng nabe û wê helwestek pir tund nîşan bide.
PKK Û BASKÊN WÊ, DESTKÊN WAN BIVRANIN KU DI DARISTANA HIZRÎ A SEROKÊ XWE DE HATÎNE Û MIZGÎNÎYA AVDANA DAR Û GULÊN VÎ NÎŞTÎMANÎ DIDIN
Hevdem piştî ku PJAK ê di daxuyaniyekê de weke her car xwestî xwe bê guneh nîşan bide ji encamdayîna vî karê hov û haşa ji kuştina vî xortê bê tawan ê bajarê Merîwan ê kirî, bavê Soran di rîkordeke vîdyoyî de horgilîyên kuştina kurê xwe ji aliyê PJAK ê ve parvekir. Vîdyoya bavê Soran Exter Semer di sosyal medyayê de bi awayek zêde hatiye parvekirin.
Vîdyo yek din ku di van rojan de bi awayek zêde tê parve kirin, a taybete bi dayka qurbaniyekî din ê destê PJAK ê. Dayka Saman Danîşwer ku kurê wê piştî 10 sal xizmet kirin bi PKK ê, sala rabûrî dinava Baxçeya xwe de û li pêş çavên bav û dayka xwe hatbû kuştin, di rekordek vîdyoyî de hevdem digel serexweşî kirin li malbata “Soran Exter Semer” bas li kuştina kurê xwe dike ji aliyê PJAK/PKK ê ve û bi grûpeke terorîstî binav dike.
Kurdên rojhilat di nivîsandinên xwe de bas li vê yekê dikin ku PJAK bi navê kurdayetîyê dixwaze kurdên rojhilat û xebata wan a rizgarîxwazane jinav bibin û di nivîsin: “PKK û baskên wê, destkên wan bivranin ku di daristana hizrî a Serokê xwe de hatîne û mizgînîya avdana dar û gulên vî nîştîmanî didin”.
Kurdên rojhilat tekez kir ku ew bi tu awa rê nadin PKK bi hevkarî di gel komara îslamî ya Îranê de pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê jinav bibin û dibêjin rêveberên PKK ê di şaştiyek mezin de ne ger weha bifkirin ku ew dikarin pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê weke Rojava Kurdistanê lê bikin.