Amerîka ji bo azadiya zindaniyên xwe li Îranê çi qas pere dayîne?

Amerîka ji bo azadiya zindaniyên xwe li Îranê çi qas pere dayîne?

Pompeo: ji bo serbest berdana zindaniyên Amerîkayî li Îranê tu pere me nedaye û nadîn jî.

Mayk Pompeo wezîrê karên derve yên wîlayetên yekbûîy yên Amerîkayê, tekez li ser berdewamiya danûstandinên dinavbera Amerîkayê û Îranê kir ji bo azad kirina zindaniyên din ên Amerîkayî ku niha di nava zîndanên Îranê de ne.

Pompeo roja pêncişemî 11/6/2020an di daxuyaniyekê de ragihand: “me bi zelalî ev yek diyar kiriye û ragihandiye ku ji bo azad kirina dîlên xwe (tu pareyekî) nadîn Îranê. Pêwîste Îraniyan razî bikîn ku fêm bikin (azad kirina dîlan) kareke dirust bûye û bi rê yên çalakiyên diplomatîk ev kare hatiye encamdayîn”.

Wezîrê karên derve yên Amerîkayê her weha ragihand: “foksa me li ser vê yekê ye ku kesên mayî ku hêjan dinava Îranê de ne azad bikîn û di yekemîn derfet de wan vegerînîn malên wan”.

Hêjayî gotnê ye ku di niha de çendîn hemwelatî yên Amerîkayê weke Siyamek û Baqir Nimazî, Murad Tahbaz û hinek hemwelatî yên ne amerîkî weke Nazenîn Zagirî, E’hmed Reza Celalî, Enoşe Aşorî û Kaylî Mor Gîlbirt, di Îranê de di zîndanê dene.

Şîrovekarên dewletên rojavayî dibêjin Îran ji kesên xwedî du regezname weke dîl îstîfade dike daku ji welatên rojavayî pereyan wergire.

Pustên heman beş