Hêzên dewleta dagîrkera Tirk, îro li bajarê Edeneyê operasyon li djî şaneyên winda yên Partiya Karkerên Kurdistanê pêkanîn û 10 kes bin çav kirin.
Îro roja yekşemî 14/6/2020an, hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk, di te’qîba şaneyên winda yên PKK’ê de, operasyon li Edeneyê pêkanî û 10 kes ku sûça alîgirîya PKK’ê pêreye, hatin bin çav kirin.
Li gor agahiyên pêgeha “Darka Mazî”, tîmên brêvebirîya djî terorê li Edeneyê ev operasyon li hemberî kesên ku beşdarî êrîşa ser polîsan bi kevir, teqemeniyên desteçêkirî û molotofan kirine, hatin bin çav kirin.
Bi sûça PKK’ê û çalakiyên vê partiyê, polîsên Tirkan bê navber operasyonan li ser malên Kurdan pêk tînin û ji destpêka vê salê ve, bi sedan kes hatine bin çav kirin.