Li gor pîlana PKK ê êrîşa mezina Tirkiyê li ser Başûrê wilat destpêkir

Li gor pîlana PKK ê êrîşa mezina Tirkiyê li ser Başûrê wilat destpêkir

Arteşa Tirkiyê bi sedema PKK ê, operasyoneke seranserî li herêma başûrê kurdistanê dest pê kir û navê “Pencik-Elho” li vê operasyonê kir, di yekem car de, 81 pêgehên PKK ê, li “Şengalê, Zapê, avaşîn û Qendîlê” hedef kirin, PKK ê bi vê çendê soza xwe ji bo dewleta dagîrkar a Tirk bi cî anî û bi kiryar rê ji bo arteşa wê xweş kir ku were başûrê kurdistanê.

Dewleta Tirkiyê li şeva derbasbûyî, operasyona berfireh a li ser Herêma Kurdistanê destpêkir, operasyon bi navê “Pencik-Elho” ye, wezîrê parastina neteweyî yê Tirkiyê bi xwe serperiştiyê li ser dike, bi kiryar li demjimêr 8:00 şev dest pê kir, wexta ku 17 moşek li “Zinara Kêste” ya devera Berwarî Bala dan, piştre li demjimêr 11:00 êrîşa mezin li şengalê dest pê kir.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, li şeva derbasbûyî balefirên ceng yên Tirkiyê li demjimêr 11:00 dest bi êrîşa mezina bi navê “Pencik-Elho” li devera Şengalê kir û her yek ji navçeyên:

  • Burcê, li serê çiyayê Şengalê ku gelê navçeyê bi Amodê jî nav dike.
  • Kora Simoqê, li Rojava Şengalê.
  • Gundê Kersê li binara çiyayê Şengalê.
  • Bab Şilo.
  • Çiyayê Kulik li nêzî gundê Barê.
  • Çiyayê hindavî gundê Sikînê li Rojava Şengalê.

Hedef kirin ku ev cî ye hemû baregehên PKK ê lê hene, bera vê êrîşê balefiran 17 moşek li “Zinara Kêste” ya devera Berwarî bala dane.

Her şeva derbasbûyî, balefirên Tirkiyê, ciyên PKK ê li her yek ji navçeyên “Zapê, avaşîn û Qendîlê” bordoman kirin.

81 pêgehên PKK ê li devera Şengalê hatine jinavbirin

Di vê derbarê de, wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê dîmenên serperiştîkirina vê operasyonê belav kirin ku ji aliyê Xolosî Akar wezîrê berevaniyê bi xwe ve tê serperiştî kirin û ragihand ku di êrîşê de, 81 ciyên PKK ê hatine armanc kirin û ji nav birin, her wiha dest nîşan kir ku gurzek kujek bi PKK ê ketîye.

Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê tekez kir ku ev destpêka operasyonê ye û êrîş wê bi dome.

Piştî PKK ê hemû rê bo têkdana ezmûna başûrê kurdistanê bi behaneya “Biratîya Gelan” bikar anîn û nikarî vê yekê bke, tektokeke nû bi kar anî, ew jî tektoka eşkera kirina ciyên xwe li başûrê kurdistanê bû, ji bo ku bibe hicet ji bo Tirkiyê ku bikare were başûr.

Her ev bû sedem wexta Mam Celal Talebanî di axaftineke xwe de li salên notan li parlamentoya Kurdistanê got ku: “hebûna PKK ê li başûrê kurdistanê bi taybet li navçeyên sînorî yên digel Tirkiyê ji bo ji nav birina ezmûna Başûrê Kurdistanê ye”.

Talebanî herweha dibêje: “PKK vê çendê bi fîta dewletên dujmin dike”.

Armancên PKK ê ji rakêşana Tirkiyê ji bo başûrê kurdistanê

Pêgeha “Darka Mazî” ji destpêka weşana xwe, bi dukomênt bas li vê pîlana PKK ê kirbû û kanê bi tu awa PKK bûye ((pira derbasbûna dewleta Tirkiyê ji bo Başûrê Kurdistanê)), eger pirs were kirin, gelo PKK çi qazancekê ji vê çendê dike û çi amanc hene, bersiv pir hêsane ew jî:

Yek: PKK di rewşeke lawaz de bû û nedikarî berdewamiyê bi şer bide, ji ber ku her ji sala 1994ê Tirkiyê bi tank û top û balefiran dirbekê mezin li PKK ê dabû, gundên sînorî hatbûn vala kirin û PKK ê karîna bi dest xistna xarinê nemabû.

Dû: PKK ê hertim hebûna xwe li ser xwîna şehîdan û şerî ava dike, ger şehîd û cesedên gencên kurd nebin, PKK nikare piropagindeyan ji bo xwe bike, ger li Bakurê Kurdistanê şer û şehîd nebin, pêwîste li başûr şer û şehîd hebin.

Niha jî PKK li navçeya Badînan û Biradost bi wan şerên tên encam dayîn heman piropagindeyan dike, PKK ê meydana şer ji Bakur veguhast başûr, PKK bi tinê bi vê yekê razî nabe û hinek behaneyên din dirust dike taku arteşa Tirkiyê operasyonan li başûrê kurdistanî bke, ev çende jî li şeva derbasbûyî bi kiryar çêbû, wexta operasyona “Pencik-Elho” dest pê krî, ku dibe ev operasyon rê xweş kirin be ji bo operasyoneke bejayî ya berfirehetir.

Pustên heman beş