HPG dîsan bi xwîna şehîdan dileyze

Hêzên parastina gel HPG, balê leşkirî yê PKK ê daxuyanî li derbara êrîşa Tirkiyê belav kir û têde gotiye ku ev êrîş li dijî gelê sivîl pêkhatiye û xwe bê guneh nîşan dide.
HPG ê îro roja duşemî 15/6/2020an li derbara êrîşa şeva derbasbûyî ya dewleta dagîrkar a Tirkiyê, daxweyanî belav kir û têde gotiye ku ev êrîş li ser navçeyên gelê sivîl pêkhatine û ne li ser ciyên PKK ê bûye, hemwext di daxuyaniyê de xwe bê guneh nîşan dide û dibêje: “tu livîneke PKK ê li wan navçeyan nîne ku ketine ber êrîşên balefiran”.
HPG di heman daxweyanî de dibêje: “kampa Mexmûrê ku gelê sivîl têde ye, ji aliyê balefiran ketîye ber êrîşan”.
Her li vê derbarê de, ajansa ANF ê ya PKK ê dest nîşan kirîye ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ji kampa Mexmûrê berpirsin, xwe kirr kirine û tu daxweyanî li derbara êrîşê nedane.
Ev yek li demekê ye, ku kampa Mexmûrê bi temamî li jêr serperiştiya PKK ê û hikûmeta Îraqa federal de ye û hikûmeta başûrê wilat tu desthilatek liser nîne.
Di beşeka din ya daxweyanîya HPG ê de hatîye ku dewleta Tirkiyê bi vê êrîşê gelê Êzdî yê şengalê hedef girtiye ku li dijî terora DAIŞ ê şer kirine.
Ya rast HPG dixwaze bi vê yekê wiha bêje: “em li şengalê nînin, em ne ewin ku me gelê Êzdî xapandiye, em ne ewin ku çendîn hêzên girêdayî xwe weke YBŞ ê li Şengalê çêkirine, em ne ewin ku bi sedema baregehên me yên li şengalê bi dehan caran balefiran gelê sivîlê Êzdî hedef girtîye”.
Di dawiya daxweyanîya xwe de HPG bi xwe axaftina xwe direwandîye û dibêje: “balefirên şer navçeyên Sîda û Şehîd Rûstem ên Zapê, Werxelê ya herêma Avaşînê, Sinnê ya herêma Xwakurk û navçeya Şehîdan û Zergelê yên herêma Qendîlê bombe kirine, ev navçe li gel kampa Mexmûrê û şengalê jî her kes dizane ku PKK têde ye, lê belê wê li destpêka daxweyanîya xwe gotîye ku tu livîneke me li wan navçeyan nîne ku ketne ber êrîşan.