RASTIYA KAMPA MEXMÛR Û WESAYETA PKK

RASTIYA KAMPA MEXMÛR Û WESAYETA PKK

Beşe yêkê: çima kampa Mexmûr bû cihe kodetaya dijî Hikumta Herêmê

Ev  demeke liser malperên sosyal medya  behsa ambargoya liser kampa penaberan ya Mexmûrê  tê kirin û bi vê hincetê dijî rêveberiya Herêma Kurdistanê şîroveyên tewanbar, sinaryoyên xelet û direw di gerin.  Bingehê van şîrovên ne rast û ajîtasyonên hestîyar bêgoman ragehandina PKK’ê û partîzanên wan yên sosyal medya yê ne.

Li Gorey sinaryoyên ew çêdikin  bêy ku holêde tiştek hebe ev ambargo tê meşandin. Lê belê rastî pir cudane. Tu ambargo li ser kempa Mexmûr nîne, kamp girêdayî Bexdayê ye û hêşta digel Bexda peywendiyên van hene û heman demê jî çi tiştek dervey qanonê dijî Hikumeta Herêmê têde nahête kirin. PKK dixwaze kampa Mexmûr bike  bingehekî dirbeyê ( kodeta) ji bo ku dixwaze dijî Rêveberiya  Herêma Kurdistanê  bişûxlîne. Lewra ev mijar îro tê  nîqaşkirin. Gelo çawa?

Herêma Kurdistanê li derveyî rênmayên destûrî  ji bo kampa Mexmûr xweşbînî( toleranis) nîşan dida

Kampa Mexmûr di sala 1998an de hate avakirin. 65 KM ji Hewlêra paytext dûre û Herêm bi fermî derveyî deşelata Kurdistanê ye dibin tasaruffa dewleta îraqê da ye. Warê îdarî de liser eyaleta Mûsile.  Warê qanunî de Hikumeta Herêma Kurdistanê xwedî çi şîyana nîne.

Heya sala 2003ê rêya Hewlêr û Mexmûr di bin desthilata artêşa Îraqê de bû. Çi peywendî di navbera Hewlêr û Mexmûr de çê nedibûn. Piştî 2003 rejîma Seddam hilweşîya ew sînor jî rabû. Rexmê Mexmûr bi fermî liser Hikumeta merkezî ya Îraqê be jî lê, Hikumeta Kurdistanê ew weke parçekî  ji xwe destgirt û hemû dergeh ji bo Gelê kampê vekirin.

Bi rexmê bê destûrîyê jî rêka ciwanên kampa Mexmûr ji bû zankoyên Herêma Kurdistanê hate vekirin. Wezareta perwerda Herêma Kurdistanê meaşên mamosteyên kampê dabîn dike. Heman dem bi fermî rê bo vekir ku peywendîya li gel wezareta tendirustî daynin û di gelek hêlan de pêdawîstîyen kampê werin dabîn kirin. Li gorey yasayên Îraqê rêgeznama kampa Mexmûr  tenê ji bo dinava sînorên parezgeha Mûsil de derbas dibe. Lê rêveberiya Herêma Kurdistanê hemû rêyên Hewlêr, Duhok,  Zaxo  ji bo penaberan vekirin. Bi vî rengî hezaran kes dinava bajaran keftin nava kar. Ji xwera kargeh vekirin û warê aborî de astek pir baş dest xwe xistin. Mînak herçend di navbera PKK’ê û YNK xweş jî be lê YNK herêmên xwe de, îcaze nedida yên xwedî rêgeznama Mexmûr ê bi aremî bigerin.

PKK’ê nexwest kamp belav bibe

Di sala 2004a hêjan Hikumeta merkezî nehatî damezrandin serkirdeyek paya bilind yê Herêma Kurdistanê li ser babetê kampa Mexmûr ji bo Rêveberiya KCK ya ku asta herî jor bû pêşnîyarek teklîf kir û got “ hêjan Hikumeta merkezî saz nebûye. Gelê Mexmûr yê pir mexdure werin em ji bo wa rêgeznama Îraqê çêbikîn”  PKK’ê ve teklîf bi tundî redkir. Jiber ku mebesta PKK’ê ne ew bû ku pisgirêkên  Gelê Mexmûr çareser bike. Armanca PKK’ê tenê ewe ku kampa Mexmûr ji bo xwe weke piropagende û kartekî şantajê cihê pêwîst bikar bîne.

Peyre li Tirkiyê li ser pirosêsa  digel dadgeha mafê mirovan ya Ewropa ji bo “vegera Gunda” mafê wan avabû lê PKK’ê ev jî red kir. Nexwest mirov şûnda vegerin. Lê belê em dikarin bibêjîn nîva Gelê Mexmûr bi veşartî çûne Tirkiyê rêgezname wergirtin. Pirî wan çûne leşkerîya Tirka û hinek ji wan jî çûne li ser gundê xwe. PKK’ê li ser vê rastî  girt û ji gel xwast bi veşêre.

PKK  çima dest ji kampa Mexmûr nakêşe?

Rexmê  hemû nêzîk bûna hembêz kirina kampa Mexmûr ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve, lê dîsa jî PKK hertim di nava hewildanên du alî de bû. alîyekê ve bi rêya perwerde û civînan di xwest gel dijî Rêveberiya Başûr dijber bike. Ji aliyeke din ve jî di himber îadreya Başûr weke çûvik û koz bi kar bîne.

PKK’ê di van pir hewildanan ku li Başûr cemawerekê ji bo xwe çêke lê sernekeft. Lewra jî Gelê Mexmûr weke cemawerê xwe yê Herêma Başûr bikar tîne. PÇDK’ê ew Partîya ku li Başûr li ser PKK’ê ve Gelê kampê ji bo xwepêşandanan û helbijartinên xwe dixebitîne. Ji bo berjewendîyên siyasî ev girse redkir Hewlêrê xwepêşandan kirin. Pêxemet hemû van hewildanên PKK’ê yên dijberî  Herêma Kurdistanê d îsa jî Hikûmeta Herêmê kampa Mexmûr weke deverek li ser îdareya xwe nêzîk bûn lê dikir.

Li gel hêrişa DAIŞ’ê ya liser Herêma Kurdistanê  PKK jî stratejîya xwe ya Başûrê Kurdistanê guhert. Li ser emrê Ebdula Ocalan ji bo ew Herêma “xeta navîn” di hête behiskirin pîlana cîhkirina hêza laşkerî çêkirin. Ev xet jî Şengalê destpê dike heya digehe Xaneqînê dirêj dibe. Kampa Mexmûr dinava vê xetê de Herêma herî girînge. Anku Mexmûr di quntara çiyayê Qereçox yê stratejîk ewê ku dinavbera  Hewlêr û Kerkûkê de dirêj dibe heya nêzîkî bîrên petrolê yên Kerkûkê yê. Û heman dem di nava bajarê dîrokî Mûsil û Kerkûkê de cîh digire.

PKK’ê berîya ku Gerîla Tebaxa 2014 rê bike Kerkûkê li Mexmûr Gerîla hatbû cîbicî kirin. Heman dem ji  Gelê Mexmûr jî hindek şaneyên leşkerî hatbûn tanzîmkirin.

Piştî tebaxa 2014 de ku DAIŞ’ê êrîşî ser kampê kirî PKK’ê berê gel da quntara çiyayê Qendîl bajarokê Çarqûrne. Wê deme jî PDK pêşnîyar kir ku Gelê Mexmûr derdûrê Hewlêrê bihête cihkirin. Jiber Mexmûr cihekî sînordar bu li gel Ereba daku metirsîya êrîşên DAIŞ’ê li ser gelê Mexmûr rabibe daxwazî ji KCK’ê kir ku kampê bînin nava sînorên Herêmê. Daxuyanî  dan ku nêzîkî parêzgeha Silêmaniyê dê werine bicîh kirin. Lê dîsa vê maweyê du meha de Gel dîsa jibo vegerin Mexmûr di hêne qanikirin. Ji bo Gelê Mexmûr vegere kampê serkirdeyê KCK’ê û rêveberê kampê yê berê Riza Altûn di hêt erkdarkirin. Gelo, dîsa çima gel ji bo vî cihê metirsîdar hate rêkirin?

Di bin çavdêrîya Qasim Suleymanî de peymana Cemîl Bayik û Heyder Ebadî

Dema şerê DAIŞ’ê heyî PKK’ê di nava hevpişkî de rojane li Îraqê û Kurdistanê  bizav dikir. Di bin gerantorîya dewleta Îranê peyman di navbera Îraqê û PKK de çêbûn. Ji sînorê Îraqê û Sûriyê  bigire, Şengal heya digehe xaneqîn li ser nexşê pir peymanên mezin hatine çêkirin.  Lê mijara me jiberku li ser Mexmûr ê ye emê behsa peyman û pilanên navenda Mexmûrê bikîn.

Mebesta PKK ya ku  cihkirina hêzeke leşker jibo wê Herêma “xeta navîn”  di xwest ev hêz goreyî yasayên Îraqê fermî bibe û li ser vê hêzê ekterekî siyasî yê bi hêz ku bikare di Hikûmeta Herêmê de bibe paydarekî mezin û heman dem li gel YNK di nava şirîkatî de pîlana ji hêz xistina PDK hatbû çêkirin. Wê  demê dinavbera nûnerê  Serok wezîrê  wê demê yê Îraqê Heyder Ebadî û nûnerê Cemîl Bayik de bin çavdêrîya Qasim Suleymanî payman hatin çêkirin.

PKK beramber van peymanan ji Îran û Îraqê harkarîyên lojsitîkî û leşker werdgirtin. Lê armanca sereke ji bo PKK’ê ew bû ku hêza xwe ya leşkerî fermî bike û girêdayî ratbî bike. Ji bû wê  jî li her derê dibin navê “hêzên parastina xwecihî ya Gel” dest bi tanzîmê kir. Navendê vê xebatê Kerkûk û Şengal bû. Hêza YBŞ ya li Şengalê weke beşekî li ser milîsên şîeyên Heşda Şabî hatin fermîkirin û mangane 370 Dolar ratib werdigirtin. 40 xortên Şengalî û nêzî 250 Gerîlayên ser bi PKK’ê ve ala Îraqê blind dikirin.

PKK bi hinceta şerê DAIŞ’ê bi berdewamî hêzên leşker li Herêmê cîh dikir. Hemû Herêmên çiyayî li Mexmûr yekîneyên leşkerî hatin reşandin. PKK li gel dewleta Îraqê ji bo hêzekî  500 kes ava bike hevdîtin çêdikirin. Ev hêz 2/3 ji Gerîla dihête tanzîm kirin pişka mayî jî dinava gelê Mexmûr dihate avakirin.  PKK’ê liser navê yekîneyên parastina Gele Mexmûr û YBŞ  dixastin beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsil ê bikin. Gelek soz û peyman hatin girtin û danîn, liser vî babetî.

Dema şerê  sing bi sing di navbera Pêşmergê Kurdistanê û Heşda Şebî de Gerîlayên PKK’ê li Mexmûr çi dikir?

Lê belê pîlanên navdewletî pir cuda bûn, ji bo Mûsil PKK nehate pejirandin û hêzên parastina Gelê Mexmûr jî fermî nebû. Rexmê vê hemû yê jî PKK’ê hêzekî leşkerî yê pir mezin li wir cîh kir û heya niha jî li gel Hikûmeta Bexda nava peywendîya daye. Ev hêze li Mexmûr ne di berjewendiyen Herêma Kurdistanê diparêze belku zêrevaniyê li dewleta Îraqê dike.

Piştî referandoma 25 Îlona 2017an hatîye kirin hêzên Heşda Şabî li ser xeta Mexmûr ji bo dagîr kirina Hewlêrê keftin êrîşê. Di mesafa 6 KM ji kampa Mexmûr dûr di navbera hêza Îraqê Heşda Şabî û Pêşmergê Kurdistanê de şerên mezin derketin. Şerê di roja 24-10-2017an destpêkirî heftîyekê berdewam kir. Li vir Pêşmerge Şehîd bûn. Di nava vê toz û xebara şer de 350 Gerîlayên PKK’ê bi darê Dûrbînê mesafetke nêzîk de temaşa vî şerî dikirin.

Hesabên PKK’ê derbarê vî şerî de ew bûn ku dê “Hêza Pêşmerge Beranberî Heşda Şebî bişkê, dê statoya Herêma Kurdistanê  were guhertin û dê PKK weke hêzekî desthilatdar, wê derkeve pêş” dibe ku şîroveyeke giran lê belê PKK’ê vî şerî de xewnên desthiladarî ji bo xwe didît. Ma ya Şengalê hatî pêkanîn ev bû. Pêşmerge vegeriya ser sînorê xwe yê berê û YBŞ a ser bi PKK’ê ve, bi fermî  pêşwazî li Heşda Şabî kir. Niha li wargeha Kurdên resan Êzîdxanê Şengalê şûna ala Kurdistanê ala Îraqê diheje.

Pêşmerge li pêrdê û Sihêla berxwedanên pir mezin kirin û pîlanên hemû neyaran têk birin. PKK hêjan jî hewil dide ku kampa Mexmûr himberî Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide şuxilandin.

Pustên heman beş