Darka Mazî lêkolîn kir: Piraniya kesên ku êrişî bîranîna Mele Mistefa Barzanî kirin kadroyên PKK bûn.

bîranîna Mele Mistefa - Kobame-PKK-Info

Di 1’ê Adarê de koma çete ya bi navê Ciwanen Şoreşger êrîşî merasîma bîranîna 45’emîn salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî li bajarê Kobanê yê Rojava kiribû. Êrîşkaran bi daran di destên xwe de û maske li ser rûyên wan, heqaret li koma ku jin û zarok jî di nav de hebûn kirin û avahiya ENKS’ê ya ku wê bîranînê lê bihata lidarxistin şewitandin. Bûyer li ser medyaya civakî bû sedema bertekên mezin ên kurdan.

Çavkaniyên herêmî yên Darka Mazî der barê kesên ku plan kirine û êrîş kirine de agahî bi dest xistine. Li gorî vê yekê, piraniya kesên ku êrîş pêk anîne û yên ku ev bûyer organîze kirine, xebatkarên PKKê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Darka Mazî, personelên PKK’ê yên ku bûyer pêk anîne û li ser navê saziyên cuda yên li Kobaniyê çalakî kirine ev in:

1- Hayrî: Ev kesê 35 salî û xelkê Bakurê Kurdistanê ye, berpirsê rêxistina bi navê Komelên Ciwanên, rêxistina navendî ya ciwanên PKKê ye. Ew kesê ku berî demeke kin hatiye Kobanî û gotiye ez ê bayê PKKê bînim vir. Pratîka wî ya yekem êrîşa li ser bîranîna Mele Mistefa Barzanî bû.

2- Halîl Kobanî: Ev kesê ji gundên Kobanî berpirsê Kobanî yê Ciwanên Şoreşger e. Ev nave ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Mazlûm Ebdî re tê naskirin, li Kobaniyê di gelek çalakiyên weke revandina zarokan û êrîşa mûxalefetê de cih girt.

3- Agit Ahmet: di kordînasyona Ciwanên Şoreşger a Kobaniyê de cih digire û berpirsê komîteya perwerdeyê ye.

4- Ahmet Derwîş: ev kesê ku di kordînasyona Kobanî ya Ciwanên Şoreşger de cih digire di heman demê de endamê komîteya werzişê ye. Ew bi kiryarên xwe yên tundiyê li Kobanî tê naskirin. Ev jî bi nêzîkbûna xwe ya bi Mazlûm Abdî re tê zanîn.

Li gorî agahiyên ku Darka Mazî bi dest xistine, piraniya êrîşkarên bi daran û rûyên nixumandî xebatkarên PKK’ê ne ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê şandine qadê.

Li gorî Çavkaniyên me, Ciwanên Şoreşger navendên werzîş, muzîk û hwd li Kobanê hene, ciwanên ku diçin van navendan, ji ber ku bêkar in û derfetên aborî nînin, tên manîpulekirin.

Çavkaniya me jî diyar dike ku ev ciwan jîngehê bêzar dikin, xwe xwediyê her tiştî dibînin û gefan li mirovan dixwin. Heman çavkaniyê her wiha diyar dike ku karekî wiha tenê ji aliyê kordînasyona PKK’ê ya li Rojava ve dihêt kirin.

Di gotara ku me berê wek Darka Mazî weşandibû de, me diyar kiribû ku berpirsiyarê sereke yê vê bûyerê Mazlum Abdî ye.

Pustên heman beş