PKKê hejmareke ciwanên Herêma Kurdistanê bi navê Ewropayê xapandin û birine Qendîlê

PKK-Qendil-Net

Rêxistinên PKKê hejmareke ciwanên Kurd yên ji Başûr û Rojhilata Kurdistanê xapandin û li jêr navê veguhestina wan bo Ewropayê birin Qendîlê û li wir tevlî xulên perwerdeya leşkirî kirine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî yên li Başûrê Kurdistanê aşkere kirin, roja 4 Tîrmeha îsal 2024ê dawî bi de xulên perwerdeya leşkerî li binara Qendîlê û Kêleşînê anî, di her xulekê de 15 heya 20 ciwanan beşdarbûn û piranî jê ji Rojihlat û Başûrê Kurdistanê ne.

Çavkaniyên me destnîşan kirin, organên PKKê ev ciwan xapanidbûn û li jêr navê veguhestina wan bo Ewropayê, ew kêşî Qendîlê û xinêre kirne û li wir bi darê zorê tevlî xulên çekdarî kirine.

Agahiyên destê me tespît kirine ku tê çaverêkirin hejmareke wan ciwanên ku tevlî xulên çekdarî bûne, bi hinek Gêrîlayên PKKê re û hevahengîya Sipayê Pasdaran di nava xaka Îranê re di sînorê parêzgehîya Urmiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê û herêmên Serhed û Dêrsmê bibin.

Rêxistina PKKê bi sedema wendahiyên wê yên mezin ku rojane çekdarên wê tên kuştin, her wiha lewazbûna asta tevlî bûna şervanên nû bo rêxistinê, pena biriye revandin û xapandina ciwanên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê, ji boy vê jî organên PKKê di sala rabûrî 2023an de hejmareka ciwanana li jêr navê veguhestina wan bo Ewropayê xapandin, ew kêşî çiya kirin û tevlî xulên perwerdeya leşkirî bûn û hêjan ew bi naçarî di nav rêxistinê de ma ne.

Pustên heman beş