Rîya bazirganîya maddeyên hişber ya PKKê ku di Silêmaniyê re derbas dibe, aşkere bû
Rîya herî girîng yên bazirganîya maddeyên hişber ya rêxistina PKKê aşkere bû ku di Silêmaniyê re bo Kerkûkê û kampa Mexmûrê, piştire Sinûnê û bo Rojava Kurdistanê derbas dibe, Darka Mazî navên kesên ku vê bazirganyê jî organîze dikin, destxistine.
Çavkaniyên taybet yên Darka Mazî agahiyên herî girîng derbarê bazirganîya PKKê ya maddeyên hişber bi taybetî ticareta “maddeyê Kirêstal û hebên Keptagon ê” dest xistine, her wiha rîyên derbaskirinê û navên kesên ku vê bazirganiyê organîze dikin.
Bazirganîya hişberê bi yêk ji çavkaniyên sereke yên PKKê bo destxistina pereyan tê hesab kirin, PKKe tiranzêta vê bazirganiyê ye li nêvbera welatên Îran, Îraq û Sûryê û her wiha bi rîya rêxistinên wê yên li Ewropayê jî PKKê destekî herî berz di belavkirina hişberê de li welatên Ewropayê heye, PKKe qasî 3 milyar dolaran salane ji vê ticaretê dest têxe.
PKKe maddeyê hişber ji ku debasî Silêmaniyê dike?
Li gorî agahiyên destê me, rêxistina PKKê maddeyê hişber ji corê “Kirîstal” ji Îranê derbasî nava xaka Îraqê dike û bi rîya hêla veguhestinê ya ji “Silêmaniyê – Kerkûkê – Kampa Mexmûr – Şengal – Sinûnê” derbasî Bakurê Rojhilata Sûryê dike.
Çavkaniyên me aşkere kirin, her yêk ji kesên bi navên “’Arif Qeyranî” ku navê wî yê dirist Xalid Xudêda Şîbo ye û “Tîrêj” ku navê wî yê dirist Sebah Mîrza Ehmed Hisên e û ev herdu kes berpirsên YBŞê ne, ew nîzî kesê bi navê “Mezlûm Ros” yê fermandarê giştî yê PKKê yê Şengalê ne, Arif Qeyranî û Tîrêj bazirganîya maddeyên hişberê li bajarokê Sinûnê li sînorê Şengalê organîze dikin.
PKKe vê bazirganiyê bi çend rîyan encam dide?
Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên li Şengalê û herêmên ku li jêr kontrola PKKê de ne hîn bû ku PKKe bazirganîya hişberê li nêvbera Îraqê û Sûryê bi du rîyan encan dide:
Yekem: Bi rîya sînoran û li vir ew kadroyên PKKê yên ku pisporîya wan li herêmên sînorî heye maddeyê hişber derbasî sûriyê û Rojava Kurdistanê dikin.
Duyem: PKKe bi dironan maddeyê hişber derbasî aliyê Rojava Kurdistanê dike ku wan dironan karîna hilgirtina 3 heya 5 kîlogramên maddeyê hişber hene.
PKKe 3 milyar dolaran salane ji bazirganîya maddeyê hişberê dest têxe?
Di vê derbarê de navenda Ewropî ya li dûvçûna melefa maddeyên hişber û hîbûna hişberê ku bi «EMCDDA» tê nas kirin, di rapora xwe ya sala 2019an de ku li gel sazîya polîsên Ewropayê «Europol» ê amade kirbû dibêje: “Bazirganiya herî berfireh ya maddeyên hişberê li Ewropayê PKKe encam dide”.
Navenda «EMCDDA» eşkere kirbû, PKKe bi milyarên dolaran ji bazirganiya hişberê û veguhastina wê li navbera wilatên Ewropayê ji sala 2012ê heya sala 2019ê bi dest xistine.
Di raporê de hatbû: PKKe ji sala 2002 di kategoriya Yekêtîya Ewropayê ya terorê da ye, vê rêxistinê destekî herî berz di bazirganiya maddeyê hişberê li Ewropayê da heye û bi rêya wê bazirganîya nemeşro ya PKKê, bazarê hişberê li Ewropayê zêde karaye.
Europol ê jî di raporên xwe yên berê da, tesbît kirbû ku PKKe ji bazirganîya maddeyê hişberê salane nêzî 3 milyar dolaran dest têxe, her wiha gotbû ku “PKKe ne tenê bi bazirganiya hişberê sûçbare, lê belê ewê dest di rakêşana zaroyan jî di cîhana maddeyê hişberê de heye”.