Zîndana gundê Barê ya PKKê.. Dûjeha jêrerd a ciwanên kurdan

Zindana Bare-Sinjar-PKK-Prison-info

Rêxistina PKKê dehan ciwanên kurdan piranî jê Êzidî di zîndana gundê Barê ya jêrerd de desteser kirine, di hucreyên takekesî de îşkenceyeke giran li wan tê kirin, bi awayekî ku ev zîndan bûye dûjeha ciwanan li Şengalê.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet hîn bû ku rêxistina PKKê bi dehan ciwanên Êzidî, ciwanên ji Bakur û Rojhilata Kurdistanê bi tohmetên bê bingeh di zîndana gundê Barê de desteser kirine. Darka Mazî her wiha agahiyên taybet derbarê endazeya zîndanê, kesên ku tê de tên girtin û yên ku zîndanê birêve dibin destxistine, emê di vê raporê de ber çav bikin.

Gundê Barê

Barê gundekî qedîm yê Êzidîyane nêzî 70 malan lê ne û piranî jê ji eşîra Simoqîyan e, ev gund dikeve bakurê rojava Çiyayê Şengalê.

Rêxistina PKKê ku piştî DAIŞê Şengal dagir kirîye, dehan zîndanên nihênî ava kirine, ciwanên mixalf, dijberên fikra Apo û PKKê tê de desteser kirine, bi kurtasî her yekê nerîneka wî a cuda hebe, PKKe wî bi tohmeta sîxoriyê têxe di van zîndanan de, tevî vê zarokên ku ji hêla PKKê ve tên revandin tê de hene.

Zîndan 14 metran jêrerd hatiye avakirin

Zîndana gundê Barê li Şengalê li jêr erd bi kûratîya 14 metran hatiye ava kirin, 6 hucre ji boy pasewan û kadroyên rêveberên zîndanê tê de ne, her wiha hucreyên takekesî û yên din lê ne, ji hucreya yekemîn ya rêveberê zîndanê deriyek lê ye ku diçe ser tûnela gundê Barê, her wiha li kêleka hucreyên girtiyan deriyekî din yê tûnelê heye, hucreyên girtiyan 3 bi 4 metrin, yên takekesî jî 2 metir û bilndahiya hucreyan 2 metrin.

Zîndan bi betonê hatiye çêkirin, sîstema guherîna heway tê de û her wiha kamîrayên çavdêriyê.

Çavkaniyên Darka Mazî agahî ji nava vê zîndanê dest xistin, li gorî wan agahîyan piranîya kesên ku PKKê li vê zîndanê desteser kirine, bi tohmeta sixorî û ajanîyê ne, dest û lingên wan girêdayîne û îşkenceyeke giran li wan tê kirin.

Endamên rêveberîya zîndana Barê kî ne

Zîndana Barê ji hêla 5 kadroyên PKKê ve tê rêve birin, Darka Mazî nav û agahiyên wan destxistin, nav wisane:

Berfrat Urfa/ berpirsa zîndanê ye, li salên 2000an tevlî PKKê bûye.

Dilsoz / alîkarê Berfratê, ji Bakurê Kurdistanê ye, li salên 2000an tevlî PKKê bûye, pisporîya teqmeniyan heye.

Çekdar Kobanî / ji Kobanîyê ye, li salên 2000an tevlî PKKê bûye.

Bozan kobanî / li salên 2017 – 2018 tevlî bûye.

Masîru Kobanî / pasewanê zîndanê ye.

Di zîndana gundê Barê de bi dehan kes tê de tên girtin, hejmareke zor jê ciwanên Êzidî ne û PKKê ew bi tohmetên sîxorî û ajaniyê desteser kirine, her wiha ciwanên ji Bakur û Rojhilata Kurdistanê, hinek girtiyên ereb jî hene.

Navên hinek ji girtiyên zîndanan Barê

Darka Mazî navên 27 ji girtiyên vê zîndanê destxistin, nav wisane:

1. Serhldan/ endamê PKKê ye û berpirsê mêhvanxaneya kura Simoqiya bû.

2. Dijwar/ ji Cizîra Botan ya Bakurê Kurdistanê ye.

3. Xemgîn Rojhilatî.

4. Sîrwan Rojhilatî.

5. Cotkar Amed.

6. Botan / ji Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ye.

7. Serhed Şêx/ Êzidî ye û li dije terora YBŞê di xebtî.

8. Mensûr/ Êzidî ye ji hoza Qeyranî ye, ji şênyên Sîba Şêx Xidir ya girêdayî nahyeya GirIzêr e, çekdarê YBŞê bû.

9. Ebo Ereb / ji şêniyên Qamişloyê ye, berpirsê girûpa Qurya bû, bi tohmeta hebûna têklîyan bi dewleta Tirk re hatiye girtin.

10. Selah – Ehmed / Êzidî ne, bi tohmeta sîxortiyê hatine girtin.

11. Du kesên Êzidî bi tohmeta kuştina Pîr Çeko fermandarê fewca 80 ya Heşda Şeibî hatine girtin.

12. Ebdulla Hedu Esker bi kodnavê Rênas, erebe, berpirsê hewalgîrya YBŞê beşa ereban bû, çend mehan berê bi tohmeta sîxortîya ji boy Tirkiyê hatiye girtin.

13. Bextiyar wan/ ji ber têkiliyên wî yên sozdarî yên bi kadroyeke PKKê re hatiye girtin.

14. Sê kesên ereb bi navê Qeys, Muntesir, Mehmûd bi sedema karên bêexlaqî yên bi keçên Êzidî re hatine girtin.

15. Hejmareke kirêkarên kolandina tûnelan bi navên Îmad, Eymen, Udey, Ebûd, Hesen, Hesen, Ehmed, Ehmed û Mahir bi tohmeta sîxortiyê hatine girtin.

Tewan û sitema PKKê li Şengalê her ku diçe pêtir îfşa dibe, zîndanên nihênî yên PKKê di Şengalê de bûne cîhê tasfiye û qetilkirina ciwanên Êzdiyan, li gorî agahiyên ku qaîmeqamiya Şengalê ragihandine, ji sala 2020an ve, pêtirî 70 ciwanên Êzidî li Şengalê bê serûşûn bûne û paş lêgerîn û dûvçûnê xweya bû ku piranîya wan di zîndanên nihênî yên PKKê de desteser kirîne.

Pustên heman beş