Darka Mazî belgeyên civînên “PYDê û îstixbarata rejîma rûxyayî ya Sûryê” parvedike

Têkiliyên jêr bi jêr yên PKKê û baskê wê yê Rojava PYDê bi rejîma Beşar Esed di 10 salên pêş rûxyana vê rejîmê de herî xurt bûbûn, ev pêwendî bi tevahî ji boy parastina ecêndayên Îranê û dewleta Sûryê dihatin çêkirin, taybet piştî ku PKKe li sala 2013an bi fermî bûye beşek ji “Eniya Berxwedanê” ya Îranê.

Paş ketina rejîma Beşar Esed li 8 Dîsambera 2024ê, belge û dokyomentên saziyên îstixbarata vê rejîmê aşkere bûn, di nava wan belgeyan de konûsên civînên PYDê û Rêveberîya Xweser yên bi rejîma Sûryê hene.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li Rojava Kurdistanê hin belgeyên girêdayî civînên PYDê û îstixbarata Beşar Esed destxistine, tê de hatîye aşkere kirin ku, şandeke ast berz ya “PYDê, Rêveberîya Xweser û hozên Ereb” serdana Şamê kirine û li wir bi îstixbarata Sûryeyê re civiyane.

Di belgeyên îstixbarata rejîma Sûryê de, hatiye piştrastkirin ku PYDê xwestiye ku nûnerê Îranê jî amadey civînê bibe û amadebûna nûnerê Îranê weke merc danaye.

PYDê li asta jûr têklî bi îstixbarata Sûryeyê re hebû

Yêk ji wan belgeyên nihênî ku di destê “Darka Mazî” de ne, ji rêveberîya îstixbarata giştî ya Sûryê tayê 279 bi mêjûya 20 çileya 2022ê derketiye.

Di vê belgeyê de îstixbarata Sûryê aşkere kiriye ku amadekarî bo li darxistina civînekê li baregeha Ewlehîya Niştîmanî ya Sûryeyê li nêvbera wan û PYDê û nûnerên Rûsya tê kirin.

Her wiha hatîye gotin: PYDê redkiriye amadeyî wê civînê bibe, ji ber ku nûnerê Îranê nehatbû vexwendin, PYDe mukir bû ku nûnerê Îranê amade bibe.

Peymanên tarî yên PYDê û îstixbarta rejîma rûxyayî ya Sûryê li ser kîstê gelê Kurd

Hewalgîriya Sûryê di wê belgeyê de ku ji boy birêveberê hewalgîriyê araste kiriye, dibêje: Ev civîn ji boy nîqaşa derbarê melefa Kurdan tên li darxstin!.

Belgeyên hewalgîrîya Sûryê yên ku paş rûxandina rejîma Beşar hatine parvekirin, tev têkilyên jêr bi jêr yê PYDê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê ji boy gelê Kurd îfşa kirin û zelal bû ku destên vê partîya girêdayî PKKê çi qasî bi saziyên qirêj yên hewalgîrîya Sûryê re di nava hewldan û peymanên tarî de bû.

Ev xebatên PYDê yên bi rejîma Beşar û îstixbarata Sûryê, ne ji boy berjewendîya Kurdan dihatin meşandin, belku ji boy berjewendiyên Îranê û çêkirina peymanên tarî bûn li ser kîstê gelê Kurd yê li Rojava Kurdistanê.

Pustên heman beş