Ehmed Elmismarî: pêwîste Erdogan bi tawana encamdayîna cînayetên cengî li Lîbyayê were dadgehkirin

Ehmed Elmismarî

Gotebêjê Leşkirê Netewî yê Lîbyayê Ehmed Elmismar şeva yekşemî 14/6/2020an Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê bi berpirsyarê komkujiya bajarê Tirhone da nasandin û daxwazkir Erdogan weke cînayetkarê ceng were dadgehkirin û her weha daxwaz ji gelê Tirkiyê kir wî siza bidin.

Ehmed Elmismarî şeva yekşemî ragihand bi piştevaniya Tirkiyê cînayetên dijî mirovan li Lîbyayê dihên encamdan. Di vê derbarê de daxwaz kir Erdogan ji ber encam dayîna cînayetên şer di nava xaka Lîbyayê de were dadgehkirin.

Elmismarî hevdem digel amajedan bi vê yekê ku serok komarê Tirkiyê hertim hêvî dike petrola Lîbyayê bêxe bin çengên xwe, garantî da ku her wek Erdogan di dagîrkirina bajarê Sirt de şikestî wê di destve anîna vê xwasteka xwe jî rastî şikestinê were.

Elmismarî her weha ragihand ku li navçeyên xwedî petrol ên Lîbyayê şirketên biyanî kar dikin û her hewildanek ji bo dest danîne ser van navçeyan wê weke dest dirêjî jî ji bo ser navçeyek navdewletî were mêzekirin.

Navbûrî ragihand, rewşa leşkirî li gor bernameya hatî danîn ji aliyê fermandariya giştî birêve diçe û di vê derbarê de ji bo her qonaxekê pilanek hatiye danan.

Elmismarî ragihand: “Erdogan pêkolê dike rewşê bi hêzên xwe û hinartina çekên din ên Tirkiyê di berjewendiya xwe de biguhere”.

Pustên heman beş