PKK û tewehuma “Delusîn”a xwe ya aydolojîk ji bo dijatî kirina bizava neteweyî li Rojhelatê Kurdistanê

PKK û tewehuma “Delusîn”a xwe ya aydolojîk ji bo dijatî kirina bizava neteweyî li Rojhelatê Kurdistanê
  • Nerîn: Zimnako Mukriyanî

Di rojên rabûrî de mijarek di sosyal medyayê de belav bû ku nivîser yan jî nivîserên wê mijarê pêkol kiriye bi şiklî senaryoya PDK ê ji bo Rojhelatê Kurdistanê li qalib bidin, lê belê di rastî de pêtir ji çîrokek aşopî diçe û mebesta wan a sereke ji vî karî eve ku rewatiyê bidin lêdana partî û wilatparêz û berxwederên Rojhelata Kurdistanê ji layê berhem hînerên terora biratiya gelan di demên bihêt de.

Jiber vê yekê ku şebekeyên nêzî PKK ê bi awayek ber belav vê mijarê dest bi dest dikin û bi awayek weha ku hingiv di qurmê darê de dîtibe û muhra rewatîyê li wan axaftinan didin, jiber vê yekê tu gomanek namîne ku ew nivîsîne siyaseta fermî a PKK ê ye û li virr êdî mijar rehendekî siyasî ê mezintir dixulqîne û pêwîst dike çend peyvekan liser bibêjîn.

Nivîser yan jî nivîserên li pişt mijarê li pêşekîyeke pirr ji nakokî û hevdij ber bi sînaryoyeke aşopî diçin ku ger em bi horgilî lê binêrîn ew bi xwe, xwe pûç dike.

Pêş her tiştekî mijara dewlet – netewe weke dest çêkrî û dahênaneke pergala dije mirovî a kapîtalîzmê diyar kiriye ku rê bi kirîzên dest çêkrî vekirîye û bi hezaran kes jî kirîne qurbanî. Weha xweya ye ku nivîserên vê babetê ji bîra wan çûye ku PKK ê jiyeke dirêj heye di silogana Kurdistanek serbixwe û damezrandina dewlet-neteweyî ji bo kurdan û divê derbarê de jî bi hezaran mirovên kurd kirîne qurbaniyên vê siloganê.

ROJAVA SEROKANIYA DEWLET-NETEWÊ A MODERN E

Niha jî digelda be sererayî wê guherîna bi lez û berdewam ku di stratejîya PKK ê de rû didin ku hinek ji wan dûratiya demî ya salekê jî ne bûrandiye û careke din hatîne guherandin! Bi taybetî bi berçav wergirtina vê yekê ku zemîneya eslî û karê rasterastê PKK ê jî di nîştîmanê Kurdistanê û di nava neteweya kurd daye!

Di vê yekê de tu xwehrî bûnek nîne ku Rojava serokaniya Dewlet-Netewê a modern e, lê belê hemû corên din ên şûnas xwaziyê û hem dewleta netewî di vê navçeyê de, kêm ta zêde ciyê xwe kiriye û hejmarek zêde ji rejêmên siyasî û bizavên rizgarîxwaz jî herçend ku îdîayên cuda jî hebin! Lê belê heya niha jî bi îlham wergirtinê ji modêla Dewlet Netewê derketîne. Ger bi vî awa be eger PKK di binekok de dewlet netewe ret dike, lê belê di vî mijarê de bê ku balê bikşîne ser, wê bibînîn rewatîya aydolojîk ya xwe jî dibin jêr pirsyarê de.

PKK E TEORÎYA EBDULLA OCALAN WEKE ALAVA TÊKŞIKANDINA ZÎVROKA SERHILDAN-ŞIKESTIN-SERHILDANA KURD BINAV DIKE

‎Li virr pêwîste gel ji PKK ê bipirse madam ku mijara dewlet-netewe ku pirseke şûnasxwazîye û di binekok de bi dest çêkiriya pergala kapîtalîzmê hesab dikin! Ger weha ye çima PKK ê pêş niha bangeşe ji bo damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê dikir û çima îro jî bi gotina wê bi xwe bas li çareser kirina pirsgirêka kurdan li Rojhelata navîn de dike?

‎Di heman dem de jî PKK û teorîya Ebdulla Ocalan weke alava têkşikandina zîvroka serhildan-şikestin-serhildana kurd binav dike. Ev yek di demekîda ye ku sererayî derbas bûna dehan salan, hêjan destkefteke diyar ê serketinê û ragirtina wê zîvrokê liberdest nîne! Gelo li Bakurê Kurdistanê navçeyeke rizgar kirî heye, Xweseriya demokratîk heye? Rewşa Bakur li ber çavan e û pêşeroja rojava jî hêjan diyar nîye wê ber bi kude biçe û ya ku li wê derê heye heya radeyek mezin qerdarî wê pergala kapîtalîzmê ye ku PKK xwe bi dijibera wê wêne dike.

Her kes dizane ger Amerîka nebaye kobanê ketbû, niha jî ger piştevaniya Amerîka nebe pêwîste ew bi neçarî digel rejîma esed de lihevhatinê bikin. Zîndî mayîna nasnameya kurdan li navçeyê pirr sedem hene ku partîyên siyasî bi tenê beşekî wê mijarê ne û nabe kesekî bi nav zanîngeha PKK ê vane ji bîr bike, ger nivîserê babetê rastî be. Bo mînak zivirîna dinyayê, zêdebûna hijmara mirovan û…. Di rêza wan sedeman dane.

PKK E XWE BI MERKEZ DIZANE

‎xala herî girîng ku di vê nerînê de zîq dibe ew tewehumeye “delusîn”e ku di qalibê aydolojîk de hêzê distîne. PKK bi tenê li himber hemû pergala kapîtalîzmê de! Dîmenekî wêne dike weke vê yekê ku gişt kes û partîyek tu karekê wan nebe bi tenê ev nebe ku bi wan ve mijûl bibin. Ev xwe bi merkez zanîne li nerîneke ayîdyalîstî hêzê werdigire ku lingê xwe li erdê rakiriye û weha dizane ew bi tenê raste û aydolojiya, siyaset û hemû tiştekî wî raste yên din şaşin û li rêza dujminan dane û her jiber vê yekê bi goman li her kes û aliyekê dinêrin, diyare ku eve jî taybetmendîyeka piraniya sîstemên totalîtar e. PKK di demekî de ku xwe weke cemserek li himber sîstemê kapîtalîzmî wêne dike ku li Rojava Kurdistanê de weke leşkirên peyade yên mezintirîn dewleta kapîtalîzmî ku Amerîka ye, kar dike. Her weha PKK di demekî de xwe weke dijberên kapîtalîzmê wêne dike ku ji bo wergirtina mafên xwe, sikala yê li dadgeh û saziyên Yekîtiya Ewropayê tomar dike û delîveyên li wirr ji bo bihêzkirina xwe bikar diîne.

‎Ger bi vî awa ye wêne kirina PDK ê weke nûnera modêrnîte ya kapîtalîzmê û PKK ê weke nûnera modernîte ya demokratîk di binekok de şaşî ye. Her di binekok de beşekî wan pirsgirêkên ku îro gelê kurd li Kurdistana başûr bi destê wan dinale, ji ber vê yekê ye ku sîstema hukimdariyê li gorey modêla kapîtalîzmê nebûye. Sazî weke dewlet netewe a modern nebûye belku hevşêweyê serdema pêş modernîtê hatîne rêxistin.

Yek supa û yek hikûmet ji diyartirîn taybetmendiyên şêwazê hukimdariya kapîtalîzimê ye, lê belê em dibînîn PKK li Rojava Kurdistanê bi awayek ecêb heman şêwaz bi kar tine! xwezî Kurdistana Başûrê jî weke sîstemeke kapîtalîzm karîba wî karî encam bide.

Ji bilî vê jî ew îdyema ku ji bo PKK ê weke nûnera modernîteya demokratîk tê bikar birin, her di binekok de zêdetir mijareke siyasî ye heya ku zanistî be.

PKK FELSEFEYA HEBÛNA XWE DI NEBÛNA ALIYÊN DIN DE DIBÎNE

Pêşekî pêwîste modernîteya demokratîk were pênase kirin, evca her goman heye ji demokratîk bûna PKK ê ku heya niha jî mafê xebata siyasî-serbazî ji bo partî û kesên ji derveyî rêxistina xwe rewa nabîne û felsefeya hebûna xwe di nebûna aliyên din de dibîne.

bo mînak yên ku ji PKK ê qut dibin bi xaîn nav dike, ev yek jî di demekî da ye ku serê ziman û binê zimanê wan mafê demokratîk û azadî ye.

Gelo ger wihaye çima endamekî tu maf nebe ji te qut bibe? Weke wê yekê ye ku bibêjî carenivîsa ebedî a hemû endamekî ye ku pêwîste heta heta her digel vê rêxistinê bimîne û li cem wan xebat û siyasetê bikin, ger wiha nekin û li derveyî PKK ê de bimînin, li wê demê tu watayekî wan nîne û ew xaînin.

Ev mijara pirî tewehum “delusîn” û bi guman hemû partîyên siyasî yên Kurdên Rojhilat xistiye aliyekî û PKK jî xistiye aliyekî din.

Ev hemû jî bi vê yekê tawanbar kirîne ku di pîlanekê de ne li dijî PKK ê û hemû jî li bereyê PDK ê danîne.

Ev yek jî di demekê da ye ku beşek ji wan partîyan demekî pir zûtir ji PDK ê û PKK ê hatîne damezrandin, Renge beşekî vê çendê ji bo wê yekê be ku PKK dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê li dûv rewatiyekê ji bo xwe bigere.

WIHA DIYAR DIBE KU MIJARA BI EHRÎMEN NÎŞANDANA PDK Ê ZÊDETIR BERHEMEKÎ SIYASETA NAVXWE A KURDISTANA BAŞÛRÊ

Xaleke din ya nakok eve ku mijar rewşeke xirab ji bo Kurdistana Başûr wêne dike ku bê goman beşek jê rast, lî belê di berdewamiyê de dibêje PDK bû derbas bûn ji wê rewşa xirab çav li Rojhilatê Kurdistanê ye û li wir li dijî PKK ê tevdgere, L belê li bîra wan nebû ku dibe kesek bipirse madam rewşa Başûrê Kurdistanê ew qas xirab û aloze, bi wan hemû pirsgirêkên abûrî û siyasî yên heyî, çewa dibe partîyên wir delîveya wan hebe û dikarin biçin ser Rojhilatê Kurdistanê daku bikarin Rojhilat kontirol bikin! Di demekê de ku em dibînîn rewşa Başûrê Kurdistanê ew qas aloze ku ne bi tenê nikarin di fikra Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê de bin, belku xema wan a sereke kontirol kirina wê rewşê ye ku ew têde jiyan dikin.

Wiha diyar dibe ku mijara bi ehrîmen nîşandana PDK ê zêdetir berhemekî siyaseta navxwe a Kurdistana Başûrê û xwasteka hinek dewletên navçeyê be ku hevalên PKK jî dubare dikin, Her wiha baştirîn û asantirîn rê ye jî daku hîcetan ji bo kêmasî û şikestinên xwe bînin.

Ger bi vî awa nîne niha sînorên Rojhilatê Kurdistanê û çiyayên di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr bi rezamendiya zarekî a Îranê û rêpêdana aliyên Kurdistana Başûrê, di destên PKK ê de ye û kesê jî destên PKK ê negiritîne da ku li wan sînoran nekare li dijî Îranê xebata siyasî û serbazî encam bide, çima nake? Gelo lihevhatinek digel Îranê heye? Yanjî naxwaze bike û bi tenê ji bo bac wergirtinê ji gelê Rojhilat û rêgirî kirin ji xebata partîyên Rojhilat li dijî rejîma Îranê, li sînoran hatîne cêgîr kirin?

REWŞA PKK Ê LI BAKURÊ KURDISTANÊ PIR XIRABE

‎Rewşa PKK ê li Bakurê Kurdistanê pir xirabe, herî kêm rêjeya beşdarî kirina gel û bi gotina wan bi xwe, Rêjeya tevlî bûna Şervanan bi PKK ê gihiştiye nuqteya sifrê.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê jî diyar nîne û nêzîktirîn û baştirîn cî ji bo dest xistina şerkeran û Şervanan Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo vê yekê jî pêwîste PKK hejmûna xwe li wir çêbike, hejmûn jî bi du fakterên zordariyê û rezamendiyê dirust dibe.

PKK azadbîrên Rojhilat, bi tenê ji bo ku rayeke cuda ji PKK ê hebûna xwe nebe, bi kirêgritî yê vî û yê he tawanbar dike, ger na kîjan ji wan kes û partîyên ku PKK ê navê wan aniye ji bo şerê rû bi rû dgiel PKK ê bizav kiriye? Ev tomet bar kirine jî bi tenê ji bo vê yekê ye ku gel bitirsîne û milkeçê biryarên xwe bike, ji bilî vê bi rêya senaryoyên aşopî corekî bawerê li Rojhilatê Kurdistanê dirust bike.

Goman di vê yekê de nîne ku her aliyekî Kurdî ji bo mjûl kirina Kurdan bi Kurdan ve û dirust kirina xîlafan di navbera civaka Kurdî de bizavê bike, raste rast wê bikeve xizmet kirina dagîrkaran û bi taybet rejîma Îranê, û bi wî karî dixwazît rûyê gelê Kurd ji dujminê sitratejîyê xwe bizivrîne ji bo dujimineke saxte ku ew jî Kurd bi xwe ne.

‎PÊWÎSTE PKK Û ALÎGIRÊN WÊ VÊ RASTIYÊ QEBÛL BIKIN KU KURD DUJMINÊ KURDAN NÎNE.

Li Dawiyê her bîr û bawerek me hebe em bi tenê hevrikên hevîn û dujminên me li Tehranê û ciyên dinin, ne di nav xwe ya me da. Ger PKK xwe bi xwediya doza Kurdan dizane, li ciyê kêsana xet û nav û nîşanên dujminê wehmî ê navxweyî, bila berê gel bide ser dujminê rasteqîne.

Pir seyre ku di vê mijarê de bi tenê bi rêzekê jî bas li dagîr karî û pîlanên dujminkarane yên rejîma Îranê nekiriye, lê belê çendîn lapere li ser dujmindariya nav xweyî a Kurdan reş kirîne.

Ger ev karê PKK ê nebe, heq nîne bibe sedema belav bûna wê di medyaya PKK ê de, ger jî karê wê bi xwe be, ev wek helbestvanê kurd dibêje: “Şukir hişyare mehwî, dizane dinya xerabate!

Pustên heman beş