Tevî ku çavên her kurdekî li her parçeyekî Kurdistanê li ser Rojava ye, û piştî têkçûna Rejîma Sûriyeyê û derfet û xeteriyên nû yên li ser Rojava Kurdistanê derketîn, hêviya hemû kurdan eve ku yekêtiya di navbera kurdan da li Rojava Kurdistanê pêk were û bi heyeteka hevpara danustandinê herin Şamê. Heta gelek alî û saziyên Rojava jî, li şûna ku li ser pirsgirêkên kevin gotûbêjan bikin, dixwazin kêşeyên rabirdû danin alîyekê û bala xwe bidin lêgerînên li ser paşerojê. Lê belê wek dixuye PKK’e rê bi yekîtiya kurdan nade û dixwaze hewlên li hev nêzîkirina kurdan û yekîtiya kurdan ji nav bibe.
PKK’e carna bi parvekirina derewan di medyaya xwe de, carnan jî bi xayîn dane nasandina ENKS’ê û PDK’ê hewl dide tev derfetên di dest kurdan de ji boy yekîtiya kurdan çêbibe ji nav bibe, ji ber ku ger yekîtiyeke rasteqîne di nêvebera kurdan de li her derê çêbibe ev wê di berjewendiya PKK’ê de nebe, loma tam dixwaze pirsgirêkan ji vê yekê re çêke.
PKK’e pêş niha bi derew û dezenformasyonan di medyaya xwe de û di niha de jî bi revandina kadroyên ENKS’ê hewl dide rê li ber danûstandinên di navbera ENKS’ê û PYD’ê de ji boy pêkanîna yekîtiya kurdan astengan derxîne.
Wek tê zanîn duh di navbera ENKS’ê û PYD’ê de civînek girîng hat lidarxistin. Tevî ku PKK’e dewam qala yekrêzîya kurdan dike, lê belê bi rêzkekê jî ev gava pirr girîng ya li Rojava di medyaya xwe de behis nekir, berevajî vê yekê di medyaya xwe de êrîşî ser ENKS’ê û PDK’ê kir û ew bi xayîn bi nav kirin û bi dehan derew di derbara wan de parve kirin.
Di civîna ku di navbera ENKS’ê û PYD’ê de bi garantoriya Koalîsyona Navdewletî a ku Amerîka serpereştiya wê dike, li Hesekê hatî lidarxistin de, danûstandin li ser çendîn xalên girîng weke sekinandina bûyerên revandina kadroyên ENKS’ê û berdana girtiyên siyasî yên ENKS’ê di zindanên PYD’ê hat kirin, ENKS’ê bi amadebûna nûnerê Amerîkayê daxwaza garantiyê kir û Mezlûm Ebdî jî pêşwazî li vê yekê kir, lê belê hêjan 12 saet li ser vê civînê derbas nebûye PKK’ê yek ji kadroyên ENKS’ê yê bi navê “Feysel Qadir” di saet 6î serê sibehê de revand û ber bi cîhekî nediyar ve bir.
Ev jî bi zelalî nîşan dide ku PKK’e ti carî ne bi yekîtiya kurdan re ye û hertim dixwaze pirsgirêkan ji kurdan re çêke, ji ber ku PKK’e di keşeke aram de nikare berdewam be, ew bi tenê di keşeke tevlîhev û tund de dikare xwe ragire û berjewendiyên xwe biparêze, ev yek pêş niha jî hatiye tecrûbe kirin, bo mînak, dema li Bakurê Kurdistanê basî pêvajoya aştiyê dihat kirin, PKK’ê êrîşî ser du polîsên Tirkiyeyê kir û ew kuştin, di encam de pêvajoya aştiyê hat sekinandin, dema careke din di îsal de bas li pêvajoyeke nû ya çareseriyê hat kirin, PKK’ê di 23/10/2024an de li Enqereyê êrîş bir ser saziya asmanî û pîşesaziya fezayê ya bi navê (TUSAS) û di vê êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kesên din jî birîndar bûn, di encamê de çi çêbû? Artêşa Tirkiyeyê, ji ber bûyera TUSASê, 42 cih û xalên leşkerî û sivîl li Rojava û Başûrê Kurdistanê kirin armanc û hejmareke kurdan bûn qurbanî.. Mînakên bi vî awa pirr zêde ne û em nikarin hemûyan di vê nivîsê de bas bikîn.
Niha jî heman rewş tê jiyan kirin, lê vê carê PKK’e ne ji boy pirsgirêk derxistina di navbera xwe û dewleta Tirkiyeyê de, belku ji boy derxistina pirsgirêkan di navbera kurdên Rojava dîsa bi heman awa tev digere û dixwaze civînên wan vala derxe, loma hêjan 12 saet derbas nebûye kadroyekî ENKS’ê li Rojava revand, ev di demekî de ye ku ENKS’ê di civîna xwe ya bi Mezlûm Ebdî re, daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kiribû û heyanî radeyekê jî Mezlûm Ebdî razî bûbû.
Ev bûyer bi zelelalî xuya dike ku ti care PKK’e naxwaze yekîtiya kurdan ava bibe, bangeşeyên ew ji boy vê yekê dike, ji bilî dereweke mezin ku tê de dixwaze kurdan bixapîne ne tişteke dine, loma divê kurd bi awayekî giştî PKK’ê rexne û rûreş bikin.