Pêvajoya bê deng û PKK

Pêvajoya bê deng û PKK

Li Tirkiye pêvajoyek bê nav rêve diçe. Însîyatîf bi temamî di destê dewletê de ye. Dixweyê tişta ku, dewlet dixwaze dê Ocalan bike. Yanî Ocalan wek Bahçelî dayî kifşkirin banga pêwîst dike. Lê Tirkiye dixwaza dema guncav vê daxûyaniyê bi Ocalan bidin kirin.

Dewlet piştî bûyerên Surîye û guhertinên çêbûyin ji bo berjewendiya xwe biçekî pêvajoyê deren têxe. Ji ber ku dewlet bi du rêyan vê pêvajoyê rêve dibe. Yek jê aliyekî ve hewldide Qendîl ji taqet bêxe û gelekî zeyif bike da ku mecburbin daxwaziya Olan bipejirînin. Ji bo vê li himber wan operasyona dike .

Duyem jî hewldide pêwendiyên nerm kesên di nava DEMê de ku,siyaseta Ocalan rêve dibin re berdewam bike.Serê vê projeyê de Parlementerê DEMê û cigirê serokê parlementoya Tirkiye Siri Sûreya Onder heye. Herweha Perwîn Buldan jî di heman xetê de ye.

Wek din taybetî parlementerên DEMê yên çepên Tirk û yên alewî behtir Qendîl ve girêdayîne û bi dijwarî hewldidin ku nehêlin ev pêvajo bigihê encamekî.

Bûyerên li Suriye û rojavayê Kurdistanê rûdidin ji berjewendiyên Tirkiye re ye. Tirkiye jî vê yekê gelek bizanebûn bi kartîne.

PKK li ser durêyanekî ye, ya Ocalan ya Qendîl. Her aliye girêdayê PKKê dê demek nêz de mecbur bibe vê tercîhê bike.

Ya ku ji bo kurdan girînge di vê pêvajoyê de: PKK destê xwe bi hemû awayî ji rojavayê Kurdistanê bikşîne û ev yek bê deklerekirin. Da ku li rojavayê Kurdistanê Kurd bikaribin yekdengiyekî di nav xwe de pêkbînin û wek kurdên rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên netewî tevbigerin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş