Şeyhmus Ozzengin
Dewleta federal a Îraqê, bi şêweyeke dagîrkarî û nîjadperest, careke din destê xwe dirêjî ser Herêma Kurdistanê dike. Herêma Kurdistanê, li gor destûra Îraqê, herêmeke federal e û di qada navdewletî de jî ev statû pejirandî ye. Nêzîkî 30–38 welat û saziyên navdewletî li Hewlêrê konsolxane an nûneratiyên xwe vekirine û bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di warê dîplomasî û aborî de dixebitin. Ev yek nîşan dide ku statûya Herêmê ne tenê ya navxweyî, lê ya navdewletî ye.
Piştî vekişîna Emerîkayê, Îraq bi lez ket bin gendelîyê û bandora Îranê. Hêzên çekdar ên wek Haşdî Şaabî hatin avakirin û îro jî gelek caran dewletê di bin kontrola xwe de digirin. Li İraqê, dewleteke serbixwe û li gor destûrê navendî nehat avakirin. İraq hîn jî di bin tesîra hêzên herêmî, bi taybetî Îranê, de maye. Gelên herêmên başûr û navendê İraqê, di nav bêkarî, birçîtî û perîşaniyê de ne, tevî ku welat dewlemendîya neftê heye. Elektrîk û gaz jî gelek caran ji Herêma Kurdistanê têne stendin.
Madera 140 a destûrê, ku divê di 2007an de bi referandûmê were bicihanîn, bi zanebûn 20 sal e nayê bicihanîn. Herêmên ku di bin vê madeyê de ne, di nav gendelî, dizîya neftê û koçberiyê de perîşan in. Lê Bexda, li şûna ku berpirsiyariya xwe bigire, dixwaze ev gendelî û qaçaxçîtî bike stûyê Herêma Kurdistanê û destdirêjiya ser neft û deriyên gumrukê bike.
Ev yek di van rojan de zelaltir bû. Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, bi hinceta lêpirsîna qaçaxçîtiya neftê, ferman da ku Wezareta Neftê ya federal qadên neftê yên di parêzgehên Diyala, Kerkûk, Salahedîn û Neynêwa de yên di bin kontrola ewlehiya kurdî de birêve bibe û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê jî bike bin kontrola dewleta federal. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev biryar red kir û wek “neqebûl” binav kir. PDK û YNK jî bi daxuyaniyeke hevpar gotin ku binpêkirina maf û destkeftiyên Herêma Kurdistanê “xeta sor” e. Ev biryar, hewlên vegerandina Îraqê ber bi sîstemeke navendî û hejandina statûya federal a destûrî ne.
Herêma Kurdistanê, bi şêweyeke modern û bi refaha bilindtir hatîye avakirin. Ev pêşketin li hesabê gendelîperestên Bexdayê nayê. Ew dixwazin pêşîya pêşketina Kurdistanê bigirin, mafên destûrî û hebûna yasayî ya wê ji holê rakin. Saddamê dîktator çû, lê mejîyê dijminatiya li dijî miletê Kurd hîn jî li Îraqê zindî ye. Ev nîjadperestî û hewlên hejandina mafên kurdan, di bin tesîra hêzên herêmî de, berdewam dikin.
Tom Barrack, wek nûnerê taybet ê Emerîkayê ji bo Sûriye, Îraq û Tirkîyeyê, di van dosyayan de roleke girîng dilîze. Siyaseta wî, bi taybetî li Sûriyê, gelek caran li dijî berjewendiyên kurdan derketiye. Niha jî, di têkiliyên Hewlêr-Bexda de, pêwîst e ku Washington û cîhana navdewletî destûra Îraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin, ne ku piştgirîya hewlên navendî û yekalî bikin.
Çareserî di bicihanîna temamê destûrê de ye: mada 140, mafên petrol û deriyên sînor, û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê. Hewlên yekalî û zimanê leşkerî tenê têkçûnê zêde dikin.
Herêma Kurdistanê, wek hevbeşê bingehîn ê İraqa nû, mafê xwe yê parastina destkeftiyên xwe heye. Yekrêziya kurdî û piştgiriya navdewletî ya li ser bingeha destûrê, rêya yekane ye ku pêşî li vegerîna zordariyê bigire.
Kurd; ji bona berjewendîyên xwe, ji bona parastina destktevtinên xwe bibin yek û siyasetek, helwestek hevgirtî deynin, ku hûn di bin lingê dijminên miletê Kurd de carek din perîşan nebin