Bêdengî bindestî ye!!!

Bêdengî bindestî ye!!!

Bûbê Eser

Em Kurd bi saya tekoşîn û berxwedana gelê kurd, bi qehremaniya pêşmêrgeyan, bi xwîn rijandina gelê kurd, bi rê û rêbaza Barzaniyên mezin, li başûrê Kurdistanê gihiştin azadiya xwe. Lê ew azadî her di dilê dagirkeran de weke bizotekî êgir tim pêketî ye.

Ji bona ew bizotê êgir wan neşewitîne û ew agir weke gelek caran gelê xwe û hebûna kurdan bişewitîne, lê dixebitin. Ji roja azadiya başûrê Kurdistanê heta îro her dagirkerên me li gel hev lê xebitîne wê azadiyê têk bibin da ku ew agirê nava wan dişewitandin, vemire.

Gelek caran ji bona hewldanên ne mirovana kirin, lê her hewldaneke wan li wî dîwarê ku pêşmêrgeyan bi xwîna xwe lê kiribûn, diket û bi şûnde vedigeriya.

Dagirkerên me baş dizanin ku kurd ne li hev bin, ew jî dikarin nakokiyan nava wan xurtir bikin da ku tu caran nebin yek. Neyekbûna gelê Kurd jî di berjewendiya dagirkeran de ye. Hûn bawer bikin ew ji me çêtir vê dizanin.

Lê em çiqasî vê dizanin û tînin zimên jî em nikarin bi awayekî gelemperî yekitî û yekrêziya gelê xwe li her çar perçan pêk bînin. Ji ber dagirkerên me heta nava malên me hatine û ji bona em nebin yek çi ji wan tê dikin û kirine.

Heger li başûrê Kurdistanê yekitî û yekrêziya wan hebana ne do, ne îro wê ne sibê jî dagirkerên me bikarîbana kurd tehdît bikirana. Heta ku em destên xwe li ber wan vegirên, daxwaza mûçeyên xwe li wan bikin helbet ew ên jî astengiyan derxin.

Heger li bakurê Kurdistanê yekitî û yekrêziya me hebana, hûn bawer bikin dê dagirkerên me, bi rehetî nikarîbûna destdirêjiya nava îdara başûrê Kurdistanê bikirana. Bi gotineke din em li seranserê cîhanê weke kurd weke milet ji hev dûr û ji hev bela wela ne.

Yekitî û yekrêziya nava mala xwe li ser hîm û xeta neteweyî em nikarin damezrînin. Heta ku em li her çar perçan weha ji hev belawela bin, hûn bawer bikin em ê nikaribin li vê cîhan ango li tu perçên Kurdistanê bighêjin mafê xwe yên rewa.

Divê hemî kurd vê yekê baş bizanibin û fêr bibin ku têkçûna başûrê Kurdistanê, tunebûna hemî kurdan li cîhanê ye. Ji xwe xale herî girîng ya Lozana 1923an ew bû divê dagirkerên me di sed salan de kurdên nava xwe tune bikirana. Heger vê nekin ew dikarin tune bibin, bû.

Loma jî em îro lê dinerin ku piştî  sed salên peymana Lozanê dagirkerên me her yek ji alîyê xwe de ketina nava kar û xebatên tunebûna gelê me. Carna li gel hev û carna jî her yek bi serê xwe li dij kurdan tevdigerin.

Em weke kurd jî tim vê dibînin û lê dinerin ku em roj bi roj wenda dibin. Ji xwe li bakurê Kurdistanê zêde tiştekî mirov pê bigire êdî nemaye. Dema Ziman, adet û toreyên kurdan, terbiye û edeban kurdbûnê nemînin, hûn bizanibin hema hema Kurd qediya ne.

Dema ku vana qediyan ango tunebûn, hûn fêm bikin kurd jî êdî diqedin. Bi ser van halanan de jî, hê ew yekitî û yekrêziya ku me ji nava van aloziyan azad bike li tu perçen pêk nehatiye û weha xuya ye zehmete ku pêk jî bê. Ha ji bona pêkanîna vê divê em çi bikin?

Divê berî her tiştan em bikaribin berjewendiya partiyan bidin alîkî, bi hevre dibin konekî neteweyî de bi yek deng, sembol, qêrîn û hawarê dengê xwe derxin û piştgiriyia başûrê Kurdistanê bikin.

Ji bona xeteriyên li ser başûrê Kurdistanê dest bidin hev, li dora wî perçê azad ji mirovên welatê xwe hez dikin, divê em sûrekî ango dîwarên saxlem bihûnin. Ew dîwarê ku wê tank û topên dijmin nikaribin jê derbas bibin çê bikin.

Nokiyên nava xwe li her çar perçan rakin, êş û rexneyên xwe bidin alîkî da ku em bikaribin bi hemî hêzên xwe ji başûrê Kurdistanê re bibin palpişt. Bi helwesteke weha kurdistanî û neteweyî bixuliqînin da ku dagirker û pêgirtên wan bi şûnda gav bavêjin.

Lê heger em vê nekin û başûrê Kurdistanê têk here, li cihanê yek kurd jî namîne yên bimînin jî dê ne li ser navê xwe bin. Loma dibêjim ya bi hevre mirin ya jî bi hevre azadî û serxwebûn.

Têbinî: Min gotibû ku êdî ez ê heta demekê li ser Facebookê nenivîsînim. Lê nivîsandina malper û rojnemeyan li xwe qedexe nakim. Ji ber ku pêwîstiya gel ji her nerîn û dîtinên berfireh heye ku rêya xwe bibînin. Ji ber ku ez niha li ser romaneke nû mijûl im, loma ez ê weke berê li ser facebookê nenivîsînim, ew jî heta ku romana xwe ya nû bixin qalibê wê…