Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, îro keseke pir girîng ji boy dewletê desteser kir ku bi qasa DHKP/C tê nas kirin.
Îro roja pêncşemî 18/6/2020an, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li bajarê Borova yê girêday Îzmîrê, kesê bi navê “M. S. D” ku bi qasa “Bereyê Partiya Rizgarîya Şoreşgerîya Gel” DHKP/C tê nas kirin, desteser kir.
Li gor daxweyanîya hikûmeta Tirkiyê, ev kes di lî sta reng sor ya daxwazkiriyên dewletê de cî di girt û demek dirêje te’qîba wî tê kirin.
DHKP/C anku Bereyê Partiya Rizgarîya Şoreşgerîya Gel, bi partîyeke çep ya Tirk tê hesab kirin, li sala 1978an hatîye damezrandin, aydolojyeke Markisî Lînînî heye, weke partî di lîsta terorê ya Tirkiyê, Amerîkayê û Yekîtya Ewropayê de ye.