Hikûmeta Îraqê federal, îro careke din balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bang kir û yadaşteke nerazîbûnê li derbara êrîşên dagîrkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê pê da.
Li gor daxweyaniyê, îro roja pêncşemî 18/6/2020an, wezareta karên derve ya Îraqê, balyozê Tirkiyê “Fatih Yildiz” bang kirîye û nerazîbûna Îraqê bi fermî di yadaştekê de pê daye.
Di yadaşta Îraqê de hatîye: “Em bi tundî êrîşên ser navçeyên sînorî şermezar dikîn, ev êrîş jêr pê kirina rumeta Îraqê ye, em di xwazin Tirkiye hêzên xwe vekşîne”.
Ev cara duyemîne di du rojan de, wezareta karên derve ya îraqê, balyozê Tirkiyê bang dike û nerazîbûna xwe ji êrîşên ser Başûrê Kurdistanê digihîne.
Dewleta dagîrkera Tirk, li şeva 15 ser 16/6/2020an, mezintirîn êrîşa ser PKK ê li Başûrê wilat bi taybet li navçeya Heftenînê û Şengalê dest pê kir, piştre operasyoneke din ya pejahî dest pê kir û eskerên Tirkan derbasî Heftenînê bûne.