Yekem bersiva PKK ê li ser lihevhatina Rojava
Kogeheke çek û teqemeniyên Hêzên Sûrya ya Demokratîk li Rojava wilat teqiya û zirarên mezin çêbûn, her çend ku hat îlan kirin ev teqîn bi sedema konfilêketeke kehrebê bû, lê belê guman heye ev yekem bersiva PKK ê be ji bo livhehatina dîrokî ya “Kurdî – Kurdî”.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava wilat eşkere kirin, êvara duh roja yekşemî 21/6/2020an bi taybet li demjimêr 7:00 kogeheke çek û teqemeniyên Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê, li bajarokê Rimêlan girêday qeza Dêrikê teqiya, zirarên herî mezin çêbûn.
Şewata ku bi sedema teqînê çêbûy heya demjimêr 10:00 şev dewam kir, zirarên canî nehatine tesbît kirin, lê belê hereketa hejmareke herî zêde ya ambulansan li wir hat dîtin, lewma dibe ku zirarên canî di nava endamên HSD ê de hebe.
Hêzên asayîşa Rojava ciyê teqînê dorpêç kirin û nehiştin tu kes derbas bibe û hemwext ji wir derbikeve.
Li gor agahiyên destê me, her çend ku hat îlan kirin ev teqîn bi sedema konfilêkete kehrebê çêbûye, lê belê goman heye destê PKK ê li pişt be û ev yekem bersiva rêveberîya Qendîlê be ji bo lihevhatina dîrokî ya li navbera Partiyên Yekêtîya Niştmanîya Kurdî û Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS ê ku li 17 vê mehê qonaxa yekemîna diyalogên yekêtiyê bi dawî kirin û ghiştine nerîneke siyasî ya hevpar ku bingeha xwe ji “Peymana Dihokê” werdigre.