Peymana Dihokê bingeha sereke ya lihevhatina dîrokî ya Rojavaye
Partiyên Yekêtîya Niştmanîya Kurdî û Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS ê, qonaxa yekemîna diyalogên yekêtiyê bi dawî kirin û gihiştine nerîneke siyasî ya hevpar.
Hate diyar kirin ku dê diyalog li ser bingeha “Peymana Dihokê” berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî wê were îmze kirin.
Daxuyaniya hevpar wihaye:
Di 16î xizîranê de, şandên Meclisa Nîştmanîya Kurdî li Sûriyê û Partiyên yekêtîya niştmanî ya Kurdî, pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nerîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên “rêvebrin, hevbeşî, ewlehî û parastin” yên Peymana Dihokê ya 2014an bikin bingeha berdewam kirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandan de, wê peymaneke giştî di pêşerojeke nêz de îmze bikin.
Her du şandan tekezî bi hevkarî û yekêtîya Kurdî li Sûriyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirneke mezintir û hevkarîyeke piratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê de pêşwazî kirin.
Her du şandan ev xebat oxrî cangoriyên mezinên ciwan û keçên Rojava bi taybet şehîd û birîndarên Kurdistanê û malbatên wan kirin ku di cenga djî DAÎŞê de xwe fedayê Kurdistanê kirine.
Ev lihevkirin wek gava yekemîna girînge ku em bi sponserîya cîgirê şandê Amerîkî yê taybet ji koalîsyona navneteweyî re balyoz Wilam Robak û fermandarê giştî yê hêzên Sûryaya demokratîk HSD ê Mezlûm Ebdî de gihiştinê.
Her du şand, ji bo înisyatîfa wî ya yekkirina rêza Kurdî li Sûriyê, Mezlûm Ebdî bi rêzdarî sipas dikin û ji bo destek û keda wan ya di yekkirina rêza Kurdî de rêzdar serok Mes’ûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipas dikin.
her wiha ji bo sponserî û desteka wana bihêz ji bo yekrêzîya Kurdan û piştigrîya wan ji mîsogerkirina pêşerojeke demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin, dewleta Amerîka sipas dikin.
Peymana Dihokê çiye?
Li 14î çirya yekê ya sala 2014an heya 22 ê hema mehê, zincîreyeke civînan bi serperiştîya serok Mes’ûd Barzanî li navbera aliyên Rojava hatin li dar xistin, weke Tevger Civakên Demokrat TEV-DEM, Encûmena Niştîmanîya Kurdî ENKS, ev alî gihan lihevhatinekê û navê Peymana Dihokê lê hat kirin.
Bendên peymanê evin:
1- Lêvegereke siyasî ya Kurdî were ava kirin, bi awayekî wiha ku 40% jê TEV-DEM be, 40% ENKS û her wiha 20% partiyên din.
2- Hejmara endamên lêvegerê 32 kes bin, bi awayekî ku 12 ji TEV-DEM ê, 12 ji ENKS ê û 8 ji hêzên din.
Erka lêvegerê:
Danana sitratecîya giştî û çêkirina helwestan û hevbeşîya rastîn di saziyên Rêveberiya Xweser de, araste kirin ber bi yekrêziyê û tevlî kirina hemû hêzan di pêvajoya siyasî de.
3 bendên sereke yên Peymana Dihokê:
Yek: çêkirina lêvegerîya siyasî ya Kurdî: lêvegereke siyasî di dû çarçûveyan de were ava kirin, Tevgera Civakên Demokrat û Encûmena Niştîmanîya Kurdî û Partiyên dervey van hêzan.
Dû: Rêveberiya Xweser: awayê tevlîkirina Partiyên siyasî di Rêveberiya Xweser de, paş ku komîteyeke taybet ji lêvegerê ji bo gotubêjan tê pêkanîn, bi awayekî ku hevbeşîya rastîn di rêvebirinê de hebe.
Sê: parastin û bergirî: mekanîzmek were dîtin ji bo ku bi rêya wê yekeyên leşkirî yên ENKS ê bi erka xwe di parastina Rojava de rabin, bi rêya komîteyeke lêvegeriyê, li gel berçav girtina wê yekê ku nabe pêtir ji hêzeke leşkirî li Rojava be, bi gotineke din, yek hêz be û li jêr serperşitîya Rêveberiya Xweser be.