Bereyê Kurdistana Sûriyê bi peyamekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê xwest temamê wan kesên li Rojavayê Kurdistanê ji ber sedemên siyasî hatine girtin azad bike.
Di peyama xwe de Bereyê Kurdistana Sûriyê amaje bi wê yekê dike ku di vê qonaxa hestyar û çarenivîssaz a Kurdistan a Sûriyê de ew metirsiyên ku dibin gef li ser paşeroj û mayîna gelê me bi taybet piştî hilweşîna rejîma Esed û pêngavên ber bi avakirina rejîmeke nû ya siyasî li welat, wek Bereyê Kurdistana Sûriyê bangevazî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike û daxwazê lê dike bi kiryar pêngavên cîdî bavêjin û di mijarên hestyar û çarenivîssaz de bibin xwedan gavên wek;
1-Valakirina temamê girtîgehên ji girtiyên siyasî yên kurd têde û dawî anîna dosyaya girtiyan û aşkera kirina çarenivîsa wan ku bi salane li girtîgehan bêserûşûn in. herwaha bi fermî daxwaza jêborînê li wan bê kirin û di aliyê madî û menewî qerebû kirina bi salan ku ji qutbûne ji merivên xwe û îşkence li wan hatiye kirin û divê ew bê qerebû kirin.
2-Dawî anîna wê dosya wan zarok û xort û keçên birine nav hêzên çekdar û ji xwandin û dibistanan hatine dûrxistin û divê ew bo malbatên wan bên vegerandin.
3-Bername û programa perwerdeyê li berçav bê derbaskirin û bi awayekî bê guhertin ku li gel bingehên mafên mirov û rêzgirtina zarok û demokrasiyê biguncê.
4-Demekî kurt de divê biryar hilweşandin rêxistina ‘’Ciwanên Şoreşger’’ bê dayîn, ku roleke xirab û nerênî hebûye û berovajî hemû nirx û kevneşopiyên civakî kar kiriye û karê wê pêkhatiye ji revandina zarokan û heman demê de amûrek bûye bo tehrîk kirina li hember partî û aliyên siyasî yên opozîsyonê, ji bo siyaseta desthilatdarên emrê waqi.
5-Derxistina çekdrên PKKê di demekî kurt de li Kurdistan a Sûriyê, ku berê jî û naha jî gelek ziyan gehandine paşeroja Kurdistana Sûriyê, eger na dibe bahaneyekî nû ji bo destwerdana derve ya li ser Kurdistana Sûriyê.
6-Pêbenbûn bi federalîzmê û awayê herî baş ê siyasî ye, ku pêwîste daxwazên kurdan ji bo bingeh kirina Sûriyeyekî nû û misogerkirina mafên gelê me di çarçoveya pêkhateyekî yekgirtî ya Kurdistana Sûriyê de.
7 – Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin hêza niştimanî ya kurdî li Sûriyê û di çarçoveya planekî bi gotûbêj li gel Hêzên Pêşmergeyên Roj di çarçoveya artêşeke yekgirtî de hevgirtin pêkbê, ji bo bibe hêzeke Kurdî ya Niştimanî ya Sûrî û erkê parastina Kurdistana Sûriyê bigre ser xwe.
Dawiyê de jî tê gotin: ‘’Em wek Eniya Kurdistanî ya Sûriyê, cîhbicîhkirina wan xalên ku me behs kirî ji bo parastina navçeya me wek tevdîrên herî giring û lez dibînin, ku em rastî destwerdan û şerekî nû nebin û bi wî awayî dê hemwelatiyên sivîl bên parastin û ji şerên nû bên dûrxistin. Herwaha pêkanîna şandeyekî siyasî ya hevbeş, ku nûnertiya berjewendiyên gelê me bike, ji bo gotûbêjkirina li gel îdareya nû ya Şamê, derbarê pirsgirêkên çarenîvîssaz û rejîma siyasî ya nû ya welat diyar bike giring dibînin.’’