Duh hevserokê KCK ê Cemîl Bayik di Stêrk Tv de hindek daxuyanîyên ku peywendiyên nav mala kurdî tengezar bike, dan. Bayik, dîyar kir ku amadekariyên wan ji bo êrîş bikin ser Herêma Kurdistanê hene. Tiştê balkêş berîya çend rojan wezîrê derve yê Tirkiya Mewlud Çawişoglo jî nefsî van gefan li herêma Kurdistanê xwar bûn. Ev gefên her du layenan cihê şîrovekirinê ne.
Di daxuyaniya Cemîl Bayik da rehindek serbend hene mirov pêdihese ku pahîzê PKK êrîşî ser Hikumeta Herêma Kurdistanê bike, Jiber ku Cemil Bayikdi wê daxuyanî ya xwe de bijlî gefên kuştina kesên medenî, gefan li hemû dezgeh û xebatkarên ewlekarî ya herêmê dike, bi aşkera dibêje emê êrîş bikîn, ev tê vê wate yê sibe, dusibe PKK bi hinceta ev kes agahîyan didin dijmin, dê li Dihokê, Hewlêrê bixwaze çend xebatkarên asayîş, parastin û Fermandarên Pêşmerge bike armanc û bikuje, dîsa kesên bacê nedin û daxwaziyên PKK ê pêk ne înin dê bi hinceta MÎT ê wan kesan bikujin, bêgoman rewşeke wiha dê aloziyê bi xwe re bîne, dê bibe cihê bersiv danê ev jî dê bibe şerekê navxweyî.
Ger CemÎl Bayik ev qas zelal û bê tirs van tişta tîne ser ziman pêwîste em bizanîn ku pîlaneka PKKê ya bi vî rengî heye, hêjan Biharê pîlaneka PKKê dijî herêma Kurdistanê diyar dibû, li derdorê kêşe ya Zînî Wertê dixwastin têgehekê avabikin, lewra jî demekî dirêj di rojeva kurdan û ya navdewletî da hêla, eve hemû beşekî amadekariyên vê pîlanê bûn. Mînak, endamên PKK li Awropa ji bo Zînî Wertê kampîne dirist kirin. 21 Gulanê ji jînenen Uruguay, Colombia, Africa Başûr name hate rêkirin rayedar alî sîyasî ya Herêma Kurdistanê, dîsa ji bo gelek kesên naskirî rexistin kirin ku name îmza bikin dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê. KCK piştevaniya nameyê kir, sipasî jî dan siyasetmedarên bîyanî û heman demê de gotîn ku emê li gor daxwaza we tevgerîn û digotin emê tiştê pêwîst bikîn. Anku ger şerek navxweyî rû bide ji niha ve amadekariyên hundir û derve dihatine kirin da ku bejin em bê tawanîn.
PKK ev demekî dirêje dinava amadebaşî da ye, di sala 2017 û vir de PKK pîlanên şerekî dijÎ Herêma Kurdistanê çêdike, pêngava ewilî jî bi hinceta şerê dijî dagirkeriya dinava axa başûr de têr piropaginde kirin, di sala 2017 da heyva Nîsanê Bahoz Erdal heyva Golanê jî Riza Altun di ragihandina xwe de behsa van amadakarî û pîlanan kiribû, bi aşkere digotin “ pêwîste Herêma Kurdistanê bibe qada şer” Cemîl Bayik pêngaveke pêş avêt û bê ku behsa dewleta Tirk bike rasterast gef li endamên rêveberiya Herêma Kurdistanê kirin, bi hinceta ku gelê başûr agahî dide dewleta Tirk û MÎT ê.
GELO MÎT Ê HERÎ ZÊDE DINAVA PKK Ê DE ANJÎ DINAVA BAŞÛR DE RÊXISTIN KIRÎYE?
Dewleta Tirk xwedîyê îstixbaratekî cidî û bi hêza, di gelek welatan de rêxistin kirî ye, Heya dinava pir partîyan de jî xwe cih kirîye, lê belê hem di dîroka rabûrî de hem jî roja me de dîyar dibe ku MÎT a Tirkan herî zêde dinava rêkxistina PKK ê de bicîh bûye, dîsa PKK ligel hemû Îstixbaratên herêmî dinava têkilîyan da ye, bi taybetî jî Cemîl Bayik rojane ligel îstixbarata Îran ê îtîlaatê dinava peywendiyan daye, dijî Herêma Kurdistanê pîlanan ava dikin û dibin ewlehîya îstixbarata Îran ê îtîlaatê li Silêmanîyê û dewrubera wê digerin, heman dem, peywendî yên Cemîl Bayik ligel muxaberata Sûrî jî pir xweşe û vê rastîyê hemû kes jî dizanin, piştî Abdullah Ocelan hatÎ girtin li Şamê endamên muxabiratê zêrevanên qesra Cemîl Bayik bûn, niha jî PKK bi peywendiyên muxabirata Iraq ê di navbera Şengal, Kerkûk û Mexmûr de digerin, çekan derbas dikin û balefirxana Bexda bikar tînin.
Pêwendî yên dinavbera Evdila Ocelan û MÎT ê de pir û pir xweşin, di bîra me da ye dema ku Evdila Ocelan pesnê serokê MÎT ê Hakan Fîdan dida, digot “Hakan Fîdan mirovek pir jîr e, pêwîste em hember hêsirên Fethillah Gülen wî biparêzîn, Ger Ez nebam da wî (Hakan Fîdan) 7/2/2012 desteser ken lê min pêşî lê girt” dîsa endamê Mekteb sîyasî ya PKK ê Sabrî Ok va 25 sale ligel MÎT ê dişoxile û pêwiste ev mijare baş were lêkolîn kirin.
Gefên Cemîl Bayik yên kuştina wan kesên ku ew binav dike MÎT cihê pêkenînê ye, ji ber ew bixwe ligel sêdarekarên ciwanên Kurd anku Îtîlaat û muxabiratê de dinava hevalbendiya da ye, Wê deme dê hemû peywendiyên Cemîl Bayik yen ligel rêkxistinên îstixbaratan dê werin lêkolînkirin, pêwîste Gelê Kurd peywendiyên Cemîl Bayik baş lêkolîn bike, pêwîste bersiva rola MÎT ê dinava PKK ê de çî ye bersiv bide. Ewê ku Sakîna Cansiz û hevalên wê kuştî, bila bersiva vê kuştina Parîs ê ji bo milletê Kurd bide, di bin serokatîya Cemîl Bayik de PKK bûye hêlîna MÎT ê.
Xaleke din jî, ew endamên PKK ê yên di seyaran de û şikeftan de têne kuştin çewa tên tesbîtkirin. Firoke lêdixe û navê wî kesê kuştî jî dibêje, ev çewa çêdibe. PKK dibêje milletê herêmê yên sivîl îstixbaratê dide dewletê, bi çi delîl ev tawan tê kirin, ji bo ku MÎT a navxwe PKK veşêre niştecîyên herêmê tên tawanbar kirin, teknîka dijminî ya drone dikarin pişîkê li erdê keşif bike, dijmin îstixbarata kesên erebê de û navê wan tine dikare ji nava PKK ê de bigire, wan herêmên weke Behdînan, Metînî, Gare, Gelîyê Zap, Avaşîn û Xwakurkî çi gelê herêmê lê jiyan nake, wir ji bo hatin-çûna sivîlan qedexe ye.
NE CEMÎL BAYIK GURGE NE JÎ GELÊ KURD BERXIK E
Gurg û berxik li kêleka avekê rastî hev tên.
Gur dibêje berxikî: tu ava min şolî dikey.
Berxik jî bersiv dide: ez li jêrî me tu li jorî yî wê ez çewa ava te şolî bikim?
Piştî demekê gur dibêje: te par dizî li malbata min kiribû.
Berxik dibêje: sala par hêjan ez nebibûm.
Gur disekine û dibêje: min biryara xwe daye ezê te bixwem.
Daxûyanî ya Cemîl Bayik û hemû hewildanên PKK ê yên dijî Herêma Kurdistanê weke biryara, Gurgî ye. PKK ê biryara xwe ya şer dijî Herêma Kurdistanê daye lê ji bo xwe dixwaze hinceta peyda bike, dibêje jibo çî baregehên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê hene? ez dê şerê we bikim. bersiv: ev baregah yên Nato ne izin ne di deste me daye. Ji bo çi firokên Tirkan hûn nadin sekinandin? Ez dê şerê we bikim. Bersiv: saha hewayî dibin kontirola Bexda û Amerîka da ye. PKK: pêwîste hûn ji Zînî Wertê derbikevin heke ez dê şerê we, bikim. Bersiv: Zînî Wertê bi fermî axa Herêma Kurdistanê ye em dernakevîn.
Anku PKK ê biryara şer girtîye ew jî weke çîroka gurgî û berxî. Weke gurgî hinceta digere.
CEMÎL BAYIK Û MEVLÛT ÇAWIŞOGLU BI HEVDEMÎ GEF LI HERÊMA KURDISTANÊ XWARIN