Cenga Heftenînê û pîlanên PKKê

Cenga Heftenînê û pîlanên PKKê

PKKê di salên 90an da hertim di gotinên xwe de şervanên xwe îqna dikir ku eger Tirk bên û Başûrê Kurdistanê dagîr bikin, wê baştir be ji bo şerê digel Tirka da, jiberku hem wê meydana me ya şer berifreh be hem jî wê Tirk bikevin nav rewşeke weha ku êdî nikare xwe ji nav vî şerî vekêşin û jiber hindê pêtvî ye em pêkolê bikîn Tirka bi azrînîn daku werin nava Başûrê Kurdistanê.

Li ser vê yekê PKKê dinava kombûnên xwe da digotin çewa “Vietnam ê” Amerîka xiste şerekî ku bi binkeftina Amerîka bi dawî hatbû em jî dê bi wî awa Tirkiyê rakêşîn di nava şerekî de ku bi binkeftina wê bi dawî bibe, bi vê perwerdê gerîlayên xwe îqna dikirin ku dewleta Tirka dê bi vî rengî jinav ben.

Dema ku Apo vegeraye Tirkiyê, dewreya perwerdeya qadroyan li dola “Xirpapê” li çiyayê Qendîlê, Nîsana 1999an ji aliyê desteya Konseya PKKê bi xwe ve dihat birêve birin û kesên weke coma, Ferhat ,Kanî Yilmaz, Fuad û Ebas hemû amadebûn û perewerde dida qadroyan û di perwerdê da mînakên bi vî rengî bas dikirin.

ŞOREŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KELECANEK Û HÊVÎYÊN HEMÛ KURDÊN HER ÇAR PARÇA Û YÊN BELAVÎ DINYAYÊ BÛY ÇÊKIR BÛN

PKKê li salên 92-95-97an digotin me sînor di nava herdu parçeyên Kurdistanê da rakirîne, ev mînake di dewreyên perwerdê yên zivistanê da dihatin dayîn, amadekariyên xwe dikirin ji bû şer di jî hêzên başûr, propaganda dijî Partîyên Başûr di kirin û ew weke hevkarên dagîrkaran didan nasîn û bi Xaîn nav di kirin, lê pîlan pir berifirehtir bû ji wê yeka dihat nîşandan, di rastî de hedefa PKKê ya sereke ew bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge û Rêveberên Başûr li ber çavên gelê kurd bi giştî û gelê kurd li Başûr bi taybetî bişîkêne û teşhîrê bi wan bike, jiberku şoreşa Başûrê Kurdistanê kelecanek û hêvî yên hemû kurdên her çar parça û kurdên belavî dinyayê bûy çêkir bûn  û di wê serdemê da hemû partî û hereketên kurdî nakokî yên navxweyî danabûn alîyekê daku bikarin van destkeftiya biparêzin lê belê ev yek ji bo rêxistineke weke PKKê ciyê qebûl kirinê nebû jiberku di aydolocîya PKKê de ji bilî PKKê û partîyên ser bi wê ve û Ocalan, partî û serkirdeyên din yên kurd her hemû xaîn û xorocî û wilat firoşin.

Lê belê tiştê balkêş jî ewe ku tu serkirdeyekê kurd mîna Ocalan zû teslîmî dewletên dujmin nebûbû,  di danpêdanên rêberê PKKê de ku gelek vîdyo dîmenên wî hene dibêje, “ez di bin xizmeta dewleta Tirk da me”, sererayî vê yekê ger mirov baş fikrê li ser biket tu guman li ser wê yekê namîne ku berî Ocalan bizivre Tirkiyê dest li gel MÎTê hebûn, baştirîn belge jî li ser vê axaftinê ewe ku endamên Ergenekon ê û zelamên dewletê wek Dogu Perinçek û Yalçîn Kuçuk li salên 90an da derdiketin pêş, wan digel Ocalan de peywendîyek xort ava kiribûn bi awayek weha ku van kesane beşdarîyeke ektîv di dewreyên perwerdê yên qadroyên PKKê de hebû û di çendîn dîmenên vîdyoyî de milê wan bi milê Ocalan ve bû, hinek kes weha difkirin ku Dogu Perinçek û Yalçîn Kuçuk di danîna aydolojiya PKKê û arastekirina wê rêxistnê de roleke sereke hebû bi awayekî weha ku ev kesane bi mamoste yên Ocalan hatin navkirin.

Yalçîn mamostetî û şêwirmendî ji bo ‘Ebdulla Ocalan dikir, ka dê çewa bi pîlanên xwe yên qirêj bi destê Ocalan û PKKê destkeftên Kurda ku bi xwîna sed hezar şehîdan û enfel û malwêraniya Kurdan hatî qezenc kirin ji nav biben, Ebdulla Ocelan hertim digot Yalçîn mamusteyê mine.

GUNDÊN WE SEDAM KIRRÎNE Û EM NÛNERÊN SEDAMIN LI VIR

Dema ku Hikûmeta Herêmê hatî damezrandin, û dinyayê danpêdan bi parlemen û hikûmeta herêmê krî, PKKê komara Zapê ragehand û bêy ku bikare gundekê ji xaka kurdistana Bakur rizgar bike, li ser destkeftên xelkê başûr û herêmên rizgar krî meclîsa bi eşkere ava kirin, armanc ji vê yekê ew bûn ku herêmê hedef biken û behaneya çêken ji bo dewleta Tirka ku derbazî xaka başûr bibe û Başûrê Kurdistanê bibe meydana şerî û bi rastî jî ew armanc bicîh anî. Li encamê wan şeran, cihên here sitratîcî li başûr hatin qedexe kirin û ne hiştin ku xwedanên wê navçeyê bikarin bizivrin ser gund û erdên xwe û gund hemû hatin kavilkirin, berî serhildanê ew gund jlayê desthelata be’syan ve hatbûn kavilkirin û piştî serhildanê jlayê çekdarên PKKê ve dîsan hatin kavilkirin, di vê demê de gutna her bnav û deng jlayî PKKê ve bû gundî û cutkaran ev bû: gundên hewe sedamî krrîne û em nuynerên sedamîne lvir.

Li dîvda herêmên parastina mîdya ava kirin û bi dinyayê da ragihandin ku ev herêmên azad kirîne ku mebestên wan gundên başûrin û digot tu hêzek nîne vê deverê ji dest me derxîne, derfet nedan ku pêşmerge û xelkê vê deverê vegere wan cihên ku di esl de di destê pêşmergeyan de bû.

PKKÊ BI MILYONAN DOLARÊN MILLETÊ EFRÎNÊ JI XWE RE BIRINE ÇIYA Û DIGOT HEMÛ KETÎYE DEST ÇETEYÊN TIRKA

PKKê heman siyaset li Efrînê jî meşand, dema Efrîn ketî dest PKKê û yên girêdayî wê, berjewendiyên gelê Efrînê ne di xema wan da bû, Efrîn bi eşkere kir meydanek ji bo karê hîzbî, dîsa bi eşkere Efrîn kirine derwazeyek ji bo hat û çûna gerîlayan ji bo Bakur û devera çiyayên Amanos, posterên Apo yên mezin ku li asîmanan jî xweya bûn, li ser sînor danan û bi tu awa ewlehîya xelkê Efrînê li ber çav ne girtin, jiberku ya giring ji wan re berjewendiyên hizbî ne, hertim ji alîyê rayedarên PKKê ve gef li dewleta Tirkan dihatin kirin, kesekî weke Murad Karaylan digot: “ger Tirkiye têkeve nava Efrînê, em wê şer bibin di nava Stenbolê û Enqere yê de”, lê belê Tirkiyê ‘Efrîn dagîr kir û ne bi tenê PKKê şer nebir di nava Stenbolê û Enqere yê de belku şerê xwe veguhast di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, gelo dibe rayedarên PKKê cudahiyê dinavbera Dihokê û Stenbolê de nekin ku ev kare kir?!! Kiriyarên PKKê li Rojava ji bo Tirkên dagîrkar û hov behane çêkirin ku Tirkiye bi çeteyên xwe ve bikeve di nava Efrînê da, dawîyê jî di şerê ser sînor da bi sedan zaroyên xelkê hejar û fedakar dan şehîd kirin û millet bi cih hiştin û PKKê bi milyonan dolarên milletê Efrînê ji xwe re birine çiya û digot hemû ketîye dest çeteyên Tirka.

PKK WA HATÎYE REWŞEKÎ WISA KU PÎRE DAYIKÊN ME Û ZAROKÊN BIÇÛK JÎ DIL PÊ BIŞEWTE Û BO BIGIRÎN

Ew demek bû ku Tirka hereşe û gef ji bo dagîrkirina ser Efrînê dikir, PKKê baş dizanî wê artêşa Tirka were, lê dîsa bi çû hereketên Kurdî re lihev ne kirin û heya ku Efrîn ket dest dujminê Kurda, ev kar û piraktîkên wan, ji bo Serêkaniyê û Girêspî jî berdewam kir, li Şengalê jî bi bê rumetî di bin navê “YBŞ ê” da bûne caşên heşda şebî, û di bin ala Îraqê de merasîman çêdikin û govendê digêrin.

PKKê dixwest pêşmerge ji şengalê derbikeve, daku bikare karên xwe yên îxanetê bi serbestî bimeşîne, niha ew navçeyên ku PKKê bi herêmên parastina medya nav kirbûn, di demekê kin da xistine destê Tirkan, bi awayekî weha ku êdî PKK bi girûpê biçûk jî nikare li deverên parastina medya bigerin, gelo çi l wê hêza bi heybet hat, ew navê ku “Mîdî” qewmekê di dîrokê da bi wî navî împratorîyet ava kirî û dagîrkar ji nav dibirin çima ew qas hat sivik kirin û bê rumet kirin?! Niha PKKê ew navçe wisa lê kirîne ku ew bi xwe jî nikarin 10 metran jî bi serbestî têde hereketê biken. Ew gerîlayên ku xwe bi sedan fermanda ne diguhartin, niha kirasek û şelwalekî sivîl li bin çengî ye û çekê wî jî di nava kîsekêdaye û dinava gundan de xwe diparêzin, PKK wa hatîye rewşekî wisa ku pîre dayikên me û zarokên biçûk jî dil pê bişewite û bo bigirîn.

ERÊ HERÊMÊN PARASTINA MEDYA DÊ BI KILAŞÎNKUFA DI NAVA KÎS Û BI ŞELWAL Û KIRASÊ MEDENÎ WERE PARASTIN?!

Cihê daxê ye ku nikarin xwe biparêzin, li sala 2018-2019an da, jî Xwakurk , Xinêre , Zap, Avşîn ev devere hemû radestî dewleta Tirkiyê kirin, bi bêşermî sûç di tavête ser hikûmeta herêmê, PKKê bi wan amadekariyên bi sala kirî, û şikeftên bin erdî çêkrî nekarîn du meha jî wan navçeyan biparêzin, tenê navçeyek mabû ku Tirkên dagîrkar ne ketbûyê ew jî Heftenînê bû, PKKeyî ji bo ku xwe bidin nîşandan xwe di rojevê da bigirin berdewam dewleta Tirkên faşîst îstîfzaz biken, navê cenga Heftenînê di medyayên xwe de ne bi carekî belku bi hezaran caran anîn, ev saleke “cenga Heftenînê” di rojevê daye, yê ku nizane dê bibêje qey ev şerê sîng bi sîng yê Sunguyayê.

PKKê  pir caran bas li kuştina hinek eskeran kir, bi vî awa li  dawîyê karîn dewleta Tirka bi van piropagindeyên xwe kêşî  Başûrê Kurdistanê bikin, ev yek bû sedem ku bibe behaneyek baş ji bo Tirkên dagîrkar daku operasyonên xwe yên ku navê heywanan lê krî wek “Pencê Baz” û “Pencê Piling” dest pê bikin, dîsa navçe û gundên kurdên hejar û kasibkar topbaran biken, bişewtînin û xelkê sivîl şehîd bikin daku PKK di medyaya xwe de bazareke siyasî li ser xwîna wan bikin, lê dîsa şervanên cenga Heftenînê xuya ne kirin û heftenîn di nava çend saetan da bi cî hiştin, dîsa yên bûye qurbanya vê cengê her xelkê deverê bû, eger fermandarên wek rêzan li ser wê cengê bin, bê goman dê rewş bi vî awa be, fermandeyek ku tu caran li saha şer nemabe, û gulleyek bi tenê jî neteqandibe take taybetmendiya wî bi tenê ew be ku zelamekî nêzî Cemal û Coma be helbet wê nekare şer bi rêve bibe, rêzan hertim hevalên xwe raporî jûr dikirin û cihê xwe li gel wan çêdikir, heya ku bê ked wî bikin berpirsyar, gelek hevalên wî dizanin ka çi kese û çi xebat di nav vê rêxistinê da heye, dikarî vê berpirsyariyê bike an na.

EM KETÎNE ÇI HALÎ KU YÊN WEK RÊZANÎ NÛNERATIYA VÊ HEREKETÊ BIKEN

Rêzan Cavîd pêş niha hertim derdiket ragihandinê da û êrîşî PKKê û mala Barzan dikir, a niha deng jê dernayê, ev kesê ku bi rêzan Cawîd tê naskirin, li sala 2003an tevlî rêxistnê bû dem dirêjî li çapemeniya PJAKê dima, hertim wek casusekê di nava hevalên xwe da nakokî çêdikirin û hevalên xwe raporî jûr dikirin, di nav PJAKê da bibû çavdêrê konseyê, piştî demekê di kongreya 2008 li dola şehîd Haron li Qendîlê, PKKê ji bo hilbijartinê di lîsta konseyê da cî danê, lê nehate hilbijartin, dîsa ji terefê konseyê piştî demekê ew êxistne dnav rêveberyê da, heya demekê ku li sala 2014 an da civînên partîyên Kurdistanê ji bo amadeyî yên kongireya netewî di bin serokatiya Mes’ûd Barzanî de, ew jî di gel Sebrî Ok û desteya di wê civînê da bi temsîla PJAKê cî girt, ev çûna wî gelek heval pê ne rihet bûn, gotnên hevalan digotin ev bûn: em ketîne çi halî ku yên wek Rêzanî nûneratiya vê hereketê biken.

Rêzan Cawîd ji alîyê serokê KCKê ve hate şandin ji bo rêveberiya Heftenînê ya 5 kesî û bû Berdevkê wan her 5 kesên Rêveber, mebest li vê erkdar kirina Rêzan da eve bû ku bo demê pêşde fêrî rêveberiyê biken û li cihekî nêzîkî Konseyê erkadar bibe da ku çavdêriyê lê bikin û bêjin dinav şer de maye û wî li pêş çavên şervanên mezin, mezin bikin, da ku paşan ji bo KODARê û PJAKê bi înin, ne kêşeye ku rêzan û kesên weke wî yên nezan li ser xwîna şehîdan mezin bibin bê ku biçe saheke gerîlatiya wek Bakur û bi ked û cesareta xwe pêş bikeve, evê yekê hemû qadro û rêveber dizanin, ji xwe gelek kesên di nava rêveberiya PKKê da bê ku dujminî bi dûrbînê ji dûr ve jî bibînin yên bûye komtan û rêveber di nava PKKê de.

Pustên heman beş