Her ku dem zêdetir derbas dibe li ser operasyona bejayî û asîmanî ya dewleta dagîrkar a Tirkiyê ji bo ser xaka başûrê Kurdistanê, toza li ser mebesta rasteqîne a dagîrkaran zêdetir radibe û dîmenên pîlana dagîrkarane û dujminane ya Kurdistanê û pirsa wan a netewî û heq zêdetir xweya dibe. Ya ku cihê daxê ye di vê pîlanê de eve ku kiloxê hin
ek xaînên gemar ên kurd jî tê dîtin.
Dewleta Tirkiyê hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê kiriye behane daku li ber çavên dinyayê bi rêya asîmanî û bejayî êrîşeke dagîrkarane ji bo ser xaka başûrê Kurdistanê encam bide. Li gor gotina dagîrkarên Tirk, xaka başûrê welat bûye “hêlîna terorîstan” û Enqere jî bi mafê xwe dizane ji bo jinavbirna terorê, hêzên xwe bilivîne û serweriya xaka başûrê Kurdistanê bin pê bike. Wisa xweya dibe ku ev gotin li devê wan şirîn hatiye û her bi vê behaneyê bûye ku xaka rojava Kurdistanê dagîr krî. Niha li rojava rojane ji ber leşkirê faşîst û kirê girtîyên radîkal kerameta kurdan dişkênin, malên wan talan dikin, ciwanên kurd direvînin, zîndanî û îşkence dikin û paşan cenazeyên wan li çûlê dihavêjin, her wiha çand û bihayên netewî yên kurdan jinav dibin, xwe pereyê bê bihayê Tirkan li ser gelê rojava disepînin.
GER TIRKIYÊ XWESTIBA PKKÊ JINAV BIBE, SEROKANIYA BIRYAR Û FELSEFE Û HIZIR Û KARÊN PKKÊ LI ZINDANA ÎMRALIYÊ RANEDIGIRT
Li destpêkê ku aya Tirkiyê di binekok de li dijî terorê şer dike û dijatiya terorê dike mijareke ku gomanek pirr mezin heldigire û li dema serhildana DAIŞê de partîya îslamî ya desthlatdar li Enqerê û hikûmeta Tirkiya bi yek ji gomanlêkirî yên sereke yên damezrîner û palpiştên vê rêxistina terorîstî dihat baskirin. Hevdem ji bo êrîşa li ser rojava Kurdistanê jî bas li xetereyên weke wan digot kurîdora terorê dikir, lê belê me bi çavê serê xwe jî dît ku ew grûpên di dagîrkariya li ser rojava de alîkarya Tirkiyê dikir û niha jî li navçeyên dagîr krî yên rojava de mil bi milê supayê Tirkiyê berdewamiyê bi dagîrkariyê û kiriyarên dije mirovatiyê didin li himber kurdan, ji grûpên terorîstî yên berniyas ên şerê sûryê ne. Anku bas kirin li terorê ji bo dagîrkirina kurdistanî ku ew bi xwe piştevan û benka sereke a terorîstên cîhanê ne, di binekok de piropaginde yek bê naveroke û digel eqlî de nagunce.
Behaneyeke din ku rayedarên hikûmeta Tirkiyê ji bo êrîşên xwe li dijî xaka başûrê Kurdistanê bikar diînin, jinavbirna Partîya Karkerên Kurdistanê ye. Çendîn sedemên sereke hene ku dibêjin me Tirkiye di binekok de naxebte ji bo jinavbirina PKKê. A yekem eve ku ger Tirkiyê xwestiba PKKê jinav bibe, serokaniya biryar û felsefe û hizir û rêkarên PKKê li zindana îmraliyê ranedigirt û da wî bi darve kin. Jiberku ger Tirkiye zêde sawîlke jî be baş dizane ku bi bidarvekirina kesê yekê li her rêxistinekê, ew rêxistin bi qasî ji dest dayîna hezaran endaman “gerîlayan” wê zirar pê bigehe.
PKK E, JI BILÎ OCALAN, KONSEYA SEROKTIYÊ HEYE KU JI DEMA EW HEYÎ HEYA NIHA BIRÎNEK SIVIK JÎ LI SER BEDENA WAN DIRUST NEBÛYE
Bo mînak şoreşên kurdan piraniya wan ji ber bidarvekirina serkirdeyên wan rastî şikestinê hatin, take komara Kurdî li Rojhelata Kurdistanê berxwedana wê parçeya Kurdistanê ji bo demekî berçav rawestand û niha hêdî hêdî ber bi ser ji nû ve destpêkirinê diçe. Hevdem Tirkiyê ew qas cînayetên dije mirovatiyê encam dane, ku tu kes nikare zîndî hîştina Ocalan ji bal Tirkiyê ve weke mirov dustiya hikûmeta faşîst a Enqerê bizane. Dije kurd bûna hikûmet û civaka Tirkiyê ew qas li ber çave ku ew bi xwe jî ne bi tenê haşatî lê nakin belku bi şanazî dizanin li ser guhdar kirina Sitraneke kurdî mirovekî bikujin û rêvînkekê li welatê xwe li ser wêneyekê ala Kurdistanê di Facebook ê xwe de, li balefirxaneyê ragrin û kerameta wî bin pê bikin. Jiber vê yekê bidarve ne kirina Ocalan nikare nîyazpakiya Tirkiyê ji bo pirsgirêka kurdan yan jî çand û bi hevre jiyana civaka Tirkiyê wêna bike. Anku zîndî mayîna Ocalan bi me re dibêje ku hikûmeta Tirkiyê di binekok de naxwaze PKKê jinav bibin.
PKK e, ji bilî Ocalan, Konseya seroktiyê heye ku ji dema ew heyî heya niha birînek sivik jî li ser bedena wan dirust nebûye. Anku di rastî de serkirdeyên pile bilind ên PKKê tu caran nebûne armancên êrîşên dewleta Tirkiyê. Jinavbirina PKKê bi şehîd xistina şivan û cotkarên hejar yên başûrê Kurdistanê nayê encamdan, ger Tirkiyê xwestiba vê rêxistnê jinav bibe wê demê da Konseya serkirdatiya vê rêxistnê armanc ket û navenda wan a biryardanê jinav bet. Pirr ne lojîkî ye ger bawer bi hikûmetekî bikîn ku dibêje ez dixwazim rêxistinekê ji rîhorîşal jinav bibim, lê belê bo carekî jî rêveberê blind ê vê rêxistnê hedef ne ket!! Weke kurd dibêjin “dib me pez nedîtibe, lê me pişkil pirr dîtîne”!.
GELO ÇIMA LI ÎRANÊ PKK E NAYÊ BOMBEBARAN KIRIN?!
Egerek din ku ji mere dibêje armanca sereke ya êrîşên Tirkiyê, herêma Kurdistanê û pirsa rizgarîxwazane û serbixwexwaziya Kurdistanê ye eve ku ger bi rastî dewleta Tirk biryar daye PKKê jinav bibin ji xwe PKK e li Îranê jî heye, gelo çima li Îranê PKK e nayê bombebaran kirin?!
Di dema rabûrî de “Sûleyman Soylu” wezîrê navxwe yê Tirkiyê di seredanekî de ji bo navçeya sînorî ya dinavbera Bakur û rojhilatê Kurdistanê de di daxuyaniyekê de li bajarê “Axrî” de ragihand: “zêdetir ji 100 çekdarên PKKê li navçeya (Dembat) li nêzî bajarê Mako li nava xaka rojhilatê Kurdistanê de hene, hevdem Soylu tekez kir ku dikarin di demekî kurt de wan çekdaran hemûyan jinav bibin.
Gelo ger armanca Tirkiyê jinavbirina PKKê ye çima bingehên PKKê yên li navçeya Mako bordoman nake. Gelo PKK eyî yên aliyê Îranê xuyna wan sor tire yanjî armanca sereke jinavbirina herêma Kurdistanê ye û PKK e bi tenê behaneyeke? Li sînorê dinavbera başûr û rojhilatê Kurdistanê jî piraniya bingehên girîng yên PKKê dikevin aliyê rojhilatê Kurdistanê û di nava xaka dagîr kir bi destê dewleta Îranê da ne, Tirkiyê ger bi rastê dixwaze PKKê jinav bibe çima wan navçeyan bombebaran nake?! Dibe ev yek bê gotin ku êrîşkirin li ser Îranê şikandina siyade û serweriya vî wilatî be, lê belê ji xwe êrîş kirin li ser başûrê Kurdistanê jî li gorey yasayên navdewletî bi bin pê kirina siyade û serwerya îraqê tê zanîn û di vê çarçûvê de çendîn wilatan bi daxuyaniyan ev kar pirotesto kir.
Tirkiyê ragihand ku bi rezamendî û agahdariya Îraqê êrîş destpêkirîne, gelo çima rezamendiya hikûmeta Îranê jî nawergire daku li nava xaka rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bingehên PKKê bike armancên êrîşên xwe yên asîmanî? Erê Îranê destîriyê pê nade? Ma qey PKK e ne rêxistineke ku dixwaze kurdan bike xwedî dewletek ser bi xwe û ger ew nemîne kurd jî wê jinav biçe? Ger wisa ye çima Îran wê razî nebe PKK e jinav biçe? Bersiv ew qas rûn û eşkereye ku pêwîstî bi tu şîroveyan nake.
Lê belê wisa diyare ku Tirkiye jî piştir rast bûye ji egera jinavçûna komara îslamî ya Îranê û dixwaze ew 100 gerîlayên PKKê li wir bimînin daku di beşeke din a wê pîlana ku li îmralyê tê servîskrin, di pêşerojê de pirisgirêkan ji bo rojhilatê Kurdistanê jî dirust bike û weke rojava û başûrê welat beşekî ji xaka wan bi behaneya wan gerîlayan ji xwe re dagîr bike.
Anku armanca Tirkiyê ji êrîş kirine ser başûrê Kurdistanê ji bo jinavbirina PKKê nîne, belku embargo xistineke dine li ser başûrê Kurdistanê û ji bo serxistina vê pîlanê pêwîstî bi PKKê heye daku bi tu awa li rojava rê ji bo wê xweş kir li başûr jî rêyê ji bo wê xweş bike daku hikûmeta herêma Kurdistanê lawaz bikin û kar ji bo jinavbirina statoya herêma Kurdistanê bike ku bê goman rojek wê were bigihîje serixwebûna xwe.
ÇIMA DI VÊ DEMÊ DE?
Dagîrkaran ji ber vê yekê di nihada êrîşên xwe li ser herêma başûrê Kurdistanê pitir kirîne jiberku dizanin piştî çendan salan ji şerê pirr xwîn ê digel terorîstên DAIŞê, wexte dikeve ser hêla pêşkveçûnê di hemû aliyekê de û ne bi tenê ew bi tenê deme bihêztir dibe belku bûye hêvyek ji bû komkirin û rêkxistina bizava rizgarîxwaza parçeyên din ên Kurdistanê jî. Bê guman yekgirtina kurdên rojava li ser binyatê wan bizavên serkirdatiya siyasî ya herêma Kurdistanê da û piştevaniya dewletên zilhêz yên cîhanê bû, û vê yekê dagîrkarên Kurdistanê dil nerehet kirîne.
Tirkiye û Îran baş fêm dikin li rojava Kurdistanê êdî mala hevalbendê wan (PKKê) tu reng nemane. Di rewşekî de ku Beşar esed digel kirîzeke din a nû rû bi rû bûye ku xwe xizmên wî ên nêzîk jî daxwaza jinavçûna rejîma wî dikin, bê goman wê valatîyek dirust be ku hêzeke yekgirtî a kurdan dikare baştirîn sûd lê wergire û di egera jinavçûna rejîma esed de ber aqil nîye hikûmeta pêşerojê ya Sûriyê rê bi dagîrkariya zêdetir ya Tirkiyê bide li rojava Kurdistanê. Anku hemû êmaje ber bi vê yekê diçin ku damezrandina statoyek siyasî a weke statoya başûrê Kurdistanê li rojava Kurdistanê jî dirust bibe, dujmin baş fêm dikin ku ger ev stato li rojava were avakirin heya ku Hewlêr liser lingan be ew jî wê xwe li ser lingan bigire. Jiber vê yekê dixwazin bi lêxistna Hewlêrê û lawizkirina wê, rê li dirustbûna statoyek din a Kurdistanê bigirin.
BI CÎBICÎKIRINA VAN ÇAKSAZÎYAN WÊ KURDISTANEKE BIHÊZ DIRUST BE
Ji bilî vê jî yasayên çaksaziyê li herêma Kurdistanê ketîne qonaxa cîbicîkirinê de, bê goman dagîrkarên Kurdistanê ew qas nezan nîne ku li vê rastiyê negehin ku bi cîbicîkirina van çaksazîyan wê Kurdistaneke bihêz dirust be, her ji ber vê yekê dixwazin rê nedin kurd wê kurdistana bi hêz bibînin û bi agir û top û balefir û tank û Xorocîyên berdewam li başûrê wilat têxin.
Ya ku ciyê daxê ye beşdariya hinek bi nav aliyên kurde di serxistina pîlana dagîrkaran de ji bo lawaz kirina hikûmeta herêma Kurdistanê, ciyê daxê ye ku hinek kesan dibînîn ku xwe bi kurd dizanin û daxwaza nemana hikûmeta Kurdistanê dikin. Bê goman kes haşatiyê li wê yekê nake ku hikûmeta herêma Kurdistanê kêmasyên xwe hene. Ji hemûyan pêştir û pêtir tir hikûmet bi xwe bas lê dike û danpêdanê pê dike. Pirr zelale dema hikûmetek bas li pirojeya çaksaziyê dike pêş her tiştekî wateya wê eve ku danpêdan bi hebûna kêmasyan kiriye lê hinek kes ku baş fêm dikin şûrê çaksaziyê wê gendelkaran jinav bibe, ji ber vê yekê dijatiya wê dikin û bas li guherîna hikûmetê jî nakin belku bas li jinavbirina wê dikin. Vî alî ku di demê xwe de li 16ê Oktoberê Kerkûk firoşt û niha derketye holê ku bi milyaran dolar û bi tenan zêr ji Îranê bo wan hatîne rewanekirin li beramber îxaneta wan, her demê bizanin hikûmet bi wan nayê jinavbirin bas li lamerkezî bûnê dikin û dixwazin vê perçeya Kurdistanê li himber xwastekên xwe yên ne rewa û sozên dewletên dagîrkar parçe bikin.
Weke jiyana mirovan, di dîroka her netewekî de delîve pirr zor nîne, ger nekarîn sûdê jê bibînîn û ji dest me biçin, bi vî awa em nikarîn biparêzîn. Ger derfeta referandomê bi îxaneta me bi xwe ji dest me neçûbaye, bê goman da rewş wê demê pirr baştir be ji niha, ger vê derfetê jî ji dest bidîn û li ciyê piştevanî kirina Kurdistanê û yekrêzî û bihêzkirina navmala kurdî û hewildan ji bo rizgariyê, bikevîn davên dagîrkaran û bi fîtika Xorocîya serdabiçîn, wê tûşî karesateke we bîn ku heta, heta dîrok nefretan li me bibarîne.