Polîsên Tirk gefa kuştinê li aktîvîsta tevgera jinên azad (TJA) kir û îşkence lê kirin!

Polîsên Tirk gefa kuştinê li aktîvîsta tevgera jinên azad (TJA) kir û îşkence lê kirin!

Di kêliya lêgerîna li mala Sevîl Rojbîn Çetîn de polîsan ew bi van gotinan tehdît kir: “Mala te li qata pêncan bûya me yê te biavêta xwarê.” Her wiha polîsan bi kuçikan îşkence li Çetîn kiriye û wêneyê wê girtine. 

Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn di derbarê dozekê dihat darizandin duh polîsan bi ser mala wê de girtin û ew binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan di kêliya lêgerîna li mala Çetîn de îşkence lê kir û her wiha bi kuçikan jî îşkence lê kirin. Têkildarî îşkenceya li Çetîn hat kirin, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî dan çapemeniyê.

Her wiha hat zanîn ku di kêliya lêgerîna li mala Sevîl Rojbîn Çetîn de polîsan ew bi van gotinan tehdît kir: “Mala te li qata pêncan bûya me yê te biavêta xwarê.”

BI KUÇIKAN ÎŞKENCE!

Daniş Beştaş diyar kir Rojbîn di şert û mercên awarte de hatiye binçavkirin û got: “Mala Rojbînê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Hemû cîranên Rojbînê ji aliyê polîsên TEM’ê ve hatine tehdîtkirin. Polîsan dema Rojbîn di malê xwe de tenê bûye, pêşî du heb kuçik şandine mal û polîsan kuçikan wekî amûrê îşkenceyê bikar anîne. Polîsan li gel kuçikan di hundirê malê de sê saet û nîv îşkence li Rojbîne kirine. Her wiha duh 26’ê Hezîran roja piştevaniya li dijî îşkenceyê bû ku Rojbîn bi îşkenceyê re rûbirû maye.”

Beştaş di axaftina xwe de wêneyên Çetîn nîşan da û da zanîn ku polîsan kulm li çavê wê çepê daye û got: “Di ranê wê de şûna diranên kuçikan heye. Li ser pişta wê jî şûna pêlavan heye. Li her cihê laşê wê şopên îşkenceyê heye. Li gel îşkenceya fîzîkî îşkenceya derûnî lê kirine. Çavên wê giredane û gefan lê xwarin e.”

Rojbîn Çetîn

Pustên heman beş