Piştî ku bi biryara îmraliyê PKKe bi awayek fermî û berfireh derbasî nava xaka başûrê kurdistanê bûy û dijatiya xwe ji bo saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandî û şer bi Hikûmeta Başûr firotî bi sedan pêşmergeyên Kurdistanê şehîd kirî, niha bi awayek weha tevdigere ku tu tiştek rû nedabe û dixwaze kur û keç û mirovên wan şehîdan bixapîne û weha bi wan re nîşan bide ku PKKe xwedîyê wan ê rasteqîne ye û rêya rast ewe ya ku PKKe li ser dimeşe.
A rûn û eşkere ye ji ber rewşa civakî ya Kurdistanê bi awayek giştî û Kurdistana Başûr bi awayek taybetî gel li ser çendîn Eşîran parve bûye, ev yek jî bûye sedem ku kesanên ser bi Eşîrên cuda dinava hemû saziyên hizbî û hikûmetê de cî bigirin û xebatê bikin.
Yek ji saziyên fermî yên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku bi dirêjahiya dîroka sed salên rabûrî de kar ji bo azadiya Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bê cudahî kiriye pêşmergeyên kurdistanê ne, pêşmergeyan bi xwîna xwe ya sor dara azadiyê li Başûrê Kurdistanê av daye û Başûr gihandiye azadiyê û statoyek fermî ji bo kurdan av kiriye, lê belê hin caran navê pêşmergeyan ji bal hinek partîyên Kurdî ve têkilî kar hizbî tê kirin, ji bo wê yekê ku navê pîrozê wan û xebata wan ya pakij, qirêj û neşirîn bikin.
Yek ji wan partîya, Partîya Karkerên Kurdistanê “PKK” ye ku dixwaze pêşmergeyên Kurdistanê li ber çavên gel bişkêne û bazareke siyasî li ser xwîna kur û keçên wan pêşmergeyan û navê wan yê pîroz bike. PKKe ev çendîn salin bi awayek sîstematîk kar dike ku navê pêşmerge neşirîn û qirêj bike, dixwaze karek weha bike ku tu kes rêzê li wan negire û bi çavek pîroz li wan nenêre, daku bikarin pîlanên xwe yên dûr ji Kurdatiyê li ser gelê başûr bicî bikin.
Weke pêş niha me bas krî, PKKe, pêş ku her karekî encam bide zemîneyekê ji bo wî karî encam dide daku bikare pîlanên xwe bicî bke, PKKê ev dema çendîn salane kar dike ku zemîneyek baş ji bo lêdana pêşmergeyan ava bke, PKKe carna pêşmerge bi mîlîşya, carna bi kirê girtî, carna bi pare perês û bê perwerde û carna jî bi kuleyên partên siyasî yên başûr binav dikin, ev çendîn salin ku PKKe li ser vî karê xwe berdewamin û hemû medya û çapemeniya xwe di vê yekê de araste dike.
Di niha de PKKe bi rêya sosyal medyayê vê xebata xwe ya qirêj didomîne û heya astekî jî karîye di xapandina hinek ji xortên başûr de serketinê bîne, bi taybetî ew xortên ku jîyê wan dinavber 16 heya 22 salî daye û tu tiştekî li dîroka pêşmerge û partîyên Başûr nizanin, PKKê bi rêya hinek Sitran û keziyên keçe gerîlayan bandor li ser van xortan dirust kiriye, PKKê weha kiriye ku piraniya van xortan Kurdatî û neteweparêziyê di kezîyên keça û sitranên wan de mêze bikin.
Em ji bo ku xortên başûrê welat ji rastiya PKKê û pîlanên wan haydar bikîn, di xebateke berdewamdayne û li virr dixwazîn hemû xortên başûr bi taybetî xortên bi rumet yên bajarokê Şêladzê li ser karên PKKê û şehîd kirina hinek ji pêşmergeyên vî bajarokî li ser destê PKKê hişyar bikîn û rûyê wan yê rast eşkere bikîn.
Li xwarê emê navê beşekê kêm ji wan pêşmergeyan binvîsînîn ku bi destê PKKê hatîne şehîd kirin, ev pêşmerge nîştecîyên bajarokê Şêladzê bûn, ew Şêladzê ya ku niha dixwaze xortên wê bike sotemeniya şerê xwe, Şêladzê ya ku hertim bûye qurbaniya serekî ya dinavbera Tirkiyê û PKKê de.
Yên li xwarê diyar navên 56 ji pêşmergeyên ‘eşîreta Rêkan in ku piraniya nîştecîyên Şêladzê ji vê ‘eşîrê ne, ev şehîdên pêşmerge bi tenê beşekin ji wan sedan pêşmergeyên din ku li xelkê vî bajarokî bûne ku li sala 1994 heya 2000 bi destê PKKê şehîd ketîne: