Amerîka dibêje: “Hecî Ebdula ev wênê te pir neşirîne”
Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, 10 milyon dolar xelat ji boy dest bi ser kirina rêberê rêxistina DAÎŞê “Hecî Ebdula” dest nîşan kir.
Amerîka 10 milyon dolaran ji bo desteser kirina rêberê DAÎŞê dide
Bernameya “Xelat ji bo dadperwerî” yê girêday wezareta karên derve ya Amerîkayê, li hesaba xwe ya Twitter ê eşkere kirîye ku xelata ji boy desteser kirina rêberê DAÎŞê yê bi navê “Hecî Ebdula” ji boy 10 milyon dolaran hatîye zêde kirin.
Di Twîtê de ev wêneyê rêberê DAÎŞê hatîye parvekirin û wiha hatîye nivîsandin:
“Ey Hecî Ebdula, ev wêneya te pir neşirîne, ji hevalên te yên terorîst dixwazîn wêneyekê xweşkê te ji bo me bişînin”.
Hemwexta zêde kirina pereyê xelata desteser kirinê, wezareta karên derve ya Amerîkayê, eşkere kirîye ku ew li ser dîtin û desteser kirina rêberê DAÎŞê mukre û gotîye ku niha wexta dadperwerî yê ye.
Hecî Ebdula niha bi rêberê DAÎŞê tê hesab kirin, ew paş kuştina Ebu Bekir Bexdadî li Sûriyê bûye rêberê DAÎŞê ku navê “Xelîfe” lê tê kirin, Amerîkayê 5 milyon dolar xelat ji boy desteser kirina wî terxan kir bûn.