Balefirên ceng yên Îsraîlê îro bo cara dûyemîn ciyên mîlîşyayên girêdayî Îranê li sînorê bajarkê Bokemal yê Sûriyê hedef kirin û 15 jê kuştin.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 28/6/2020an, balefirên nenas kirî cî û hereketên mîlîşyayên Îranê li sînorê bajarokê Bokemal yê Sûriyê hedef kirin û 9 mîlîşya kuştin.
Dest nîşan kir, ev dibe cara dûyemîn di îro de balefirên ceng mîlîşyayên Îranê hedef dikin, wexta ku serê sibê ya îro 6 mîlîşyayên din li gundê Ebas yê sînorê Bokemalê kuştîn.
Nerîngeha Sûrî dibêje: her çend ku ev balefir nehatine dest nîşan kirin yên tu wilatekî ne, lê belê bi gomanek herî zêde Îsraîlî ne.
Her wiha eşkere kir, dibe hejmara kuştîyan ber bi zêdebûnê biçe, ji ber ku hat zanîn ku hejmara birîndaran pirin.