Îraqê li dijî Tirkiyê reaksiyon nîşandan

Îraqê li dijî Tirkiyê reaksiyon nîşandan

Berdevkê wezareta derve ya Îraqê ragihand ku operasyona serbazî ya Tirkiyê hevkar nabe ji bo “hewlên hevbeşên rûbrûbûna terorê” û diyar kir ku hemû bijarde li ber Îraqê vekirîne bo li dij derketina binpêkirina serweriya welat.

Ehmed Sehaf, berdevkê wezareta derve ya Îraqê ragihand, bi şermezarkirin, yadaştnameyên nerazîbûnê û vexwendina balyozên Tirkiye û Îranê, dest bi hewlên xwe kirine û dibêje, ew bi wê jî ranawestin û dê pena bibin bo komkirina helwesta ‘Erebî bi rêya Komkara ‘Erebî û helwesta welatên îslamî bi rêya rêxistna hevkariya îslamî û “dibe jî li netewên yekgirtî û encûmena asayîşa navdewletî gilî li dijî Tirkiyê tomar bikin.”

Tevî nerazîbûna Îraqê, Tirkiyê hefteya derbasbûyî navçeyên sînorî yên di navbera herdu welatan de topbaran kirin ku di encamê de hejmareke hemwelatyên svîl canê xwe ji dest dan. Berdevkê wezareta derve ya Îraqê dibêje, “em tekeziyê li ser girîngiya rawestandina binpêkirina sînor ji aliyê hêzên Tirkiyê ve û derbaskirina asîmanê Îraqê dikîn.”

Di maweyê 15 rojên derbasbûyî de Tirkiyê di çarçova operasyona Pence Piling  li 14 cihên stratejîk li sînorê nahiyeya Batîfa bicih bûye  ku di 37 salên derbasbûyî de Tirkiyê 24 binkeyên serbazî li sînorî Nêrwe û Kanî Masê jî danîne.

Pustên heman beş