Trump: bi şoreşek ferhengî a çep dixwazin dîroka me wenda bikin

Tramp: bi şoreşek ferhengî a çep dixwazin dîroka me wenda bikin

Donald Trump serok komarê Amerîkayê îro roja şemî 4/7/2020an, sûd ji axaftina xwe ya destpêkirina roja serxwebûna Amerîkayê wergirt û têde êrîşek tund kir ser dijberên xwe, û şikandin û jinavbirina pût “peyker”an di nava xwepêşandanên dije nejadperêsiyê de “tekoşînek berifreh ji bo xirab kirina navên qaremanên dîroka Amerîka” bi nav kir.

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe ya bi helkefta Cejna roja serxwebûna Amerîkayê de bi awayek tund êrîşî xwepêşanderên dijî nejadperêsî yê kir û bê ku tu êmajeyan bi belavbûna zêdetir ya vîrusa Koronayê li Amerîkayê bide, tekez kir ku xebatek ji bo “xirab kirina dîroka Amerîkayê” di warê cî bi cî kirinê daye.

Trump di vê axaftina xwe de ku li quntara çiyayê Raşmor pêşkêş kir ragihand: “gelê me rastî xebatek bê rehmane bûye ji bo jinav birina dîroka me, xirab kirina navê qaremana û jinav birina bihayên me û xistine bin bandora ferhengî ya zaroyên me.”

Li gor gotina Trump, zirtepozên hêrs bûyî xebat kiriye pûtên babkalên me yên damezrînerên Amerîkayê xirab bikin û pêlek ji şîdetê li nava bajaran de dirust bikin.

Trump li Dakota ya Başûr, li pêş rûyên hatye kolan ên serokên berê ên Amerîkayê ragihand: “ev bîna yên dîrokî tu caran nahên wêran kirin, ev qareman e tu caran jinav na çin.”.

Pustên heman beş