Di demekê de ku dewletên tevaya cîhanê tekoşînê dikin ji bo dirust kirina fetrûma “vaksîna” dije vîrusa Korona, daku pêşeng bin di vî karî de, Donald Trump Serok Komarê Amerîka duh roja şemî di axaftinên xwe de mizgînî da ku wê pêş bi dawî hatina îsal vaksîna dije Korona were çêkirin.
Trump di koçka spî de ragihand, wîlayetên yekbûîy wê fetrûma dije Korona yan jî dermanên tedawî kirina nexweşên bi vê vîrosê ketî, demekê pêş bi dawî hatina îsal bêxe di xizmeta gelê Amerîkayê de.
Trump sererayî blind helsengandina tekoşîna hikûmeta Amerîkayê li dijî kirîza Koronayê, ragihand: “me pêşdeçûnên mezin hebûne, stratejîya me bi başî kar kirîye.”
Trump hevdem digel berdewam kirina êrîşên xwe yên devkî bo ser Çînê ku ji bo yekem car ev vîrus li Çînê derketbû, ragihand, Çîn berpirsyare ji belavbûna vîrosa Korona li hemû cîhanê jiber wê yekê ku di dema pêwîst de zanyarî li ser Koronayê parve nekirin.
Tramp her weha ragihand 99٪ ji pêketîyên vîrusa Korona li Amerîkayê bi temamî bê zirar derbas dibin.