Hat ragihandin ku liv û tevgera hêzên asîmanî yên Hindistanê yên li baregeha asîmanî ya li navçeya Ladaxa ku bi Çînê ra pevçûn derket, zêde bûye.
Piştî ku eskerên Çînê serê meha Golanê ji sê aliyan ve ketbûn herêma Ladaxê û li vê derê kon hildabûn û Qereqolên eskerî ava kirbûn dinavbera leşkerên Hindistanê û Çînê alozî û pevçûn derketin holê, û li 15ê Xizîranê bi sedema şer û kuştina 20 eskerên Hindistanê bi destê leşkerên Çînê li Ladaxya ev alozî zêdetir bûn.
Li gorî nûçeya kenalê NDTV, li baregeha asîmanî ya li Ladaxê ya Hindistanê bi firînên balafirên şer û barhilgir û her wiha helîkopterên êrîşê, liv û tevger zêde bûye.
Berpirsekê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê diyar kir ku hêzên asîmanî yên Hindistanê ji bo operasyonan û bersiv dayîna her cure dijwariyê amade ne.
Tê zanîn ku birêveberiya Pekînê li ser axa 90 kîlometroqereyî li eyaleta Aruçanal Pradeşê ya Hindistanê ya ku wekî “Tîbeta Başûr” bi nav dike bi xaka xwe dizane û dibêje desthilatdariya li ser vê navçeyê heqê me ye, birêveberiya Delhiya nû jî dibêje ku bi qasî 38 hezar kîlometroqereyî ku beravên Aksay tê da ne ji layê Çînê ve hatiye dagîrkirin.